Evîn li gel kurdên bi temen civiya
Bitemenên Kurda li Akalayê xwîn digirîn:
Çetîn û Tarayê li derdê wan guhdarî kir
Îro em bûne mêvanê ”Navenda pîrûkalên Kurda li Akalaya” Stockholmê. Li wir stirana rehmetiyê Aramê Tîgran hate bîra min. Serdana me di gel siyasetvanên keç yê kurda hem bû cihê kêfxweşiyê, hem jî ji ber rewşa beşek ji kurdên bitemen li navendê, em têra xwe xemgînî bûn.
”Emegê dê û bavan li ser me gelek e / Tab û xwêdana wan ne henek e” beşek ji strana rehmetiyê Aramê Tîgran e. ”Werin em bigirin qedrê dê bavê” di eslê xwe de, nirx û cihê dê bava, pîrûkalên me bilind dike. Me li ser qedirgirtin û hezkirina wan şiyar dike.
Di cîhanê de tiştê herî nexweş, di dawiya emrê xwe bi tenê mabûn e. Tirsa ku, zarok, kes, xizm, mirov jibîra bikê pir nexweş e. Bêwefabûn nikare bê tehemulkirin. Lewma pir giring e ku, bi taybetî li welatê xerîbiyê em li pîrûkalên xwe bipirsin, herin serdana wan, wext bidin wan û wan ji mal û hevaltiya xwe mehrûm nehêlin.
Evîn Çetîn, ji sosyal demokratan namzêta parlamentoya Swêdê û Tara Twana ji partiya Sosyal demokratan berendama meclîsa belediya Stockholmê îro li taxa Akalayê li navenda kurdên bitemen bûne mêvan.
Beşek ji dayikên Kurda ku li wir hatibûn jibîrkirin, bi kûl û derdên xwe mabûn. Windakirina zarokên wan di Enfal û Helebceyê de, bi rêya peyvên wan yên giran, di çend deqîqeyan de bû mina şerîda fîlmekî û hêstirên me herîkin ji ber xwe ve. Hinek ji wan 5, hinek 8 sal in li vir in. Daîreya mihaciran pişta xwe dabû wan. Zarokên ku hatibûn kûştin weke belge têr nedikir jibo wan. Tûşî nexweşiyên rûhîbûnê nedihat hesibandin. Îro, ew weke penaberan jî nayin dîtin, winda ne, di resmiyetê dijîn, lê tu deveran nayên qebûl kirin û bêxwedî mane. Derdê wan bi dawî naye. Ew diaxifin, Evîn guhdarî dike û Tara bersiva pirsên wan dide. Carna Tara guhdarî dike û Evîn li bersiva pirsên wan digere.
Hezkirina keçên xwe dane Evin û Tarayê. Serbilind bûn bi xwendina wan. Kêfxweşbûn bi namzêtbûna keçên Kurda. Bawerî û hêviyên wan xurt bûbûn ku, keçên kurdan dê li wan xwedî derkevin, bibin ewuqatê derdê wan. Çend saetên li wir, bi pirs û sohbetan derbas bû. Pîrejinên Kurda piştî pirsên xwe kirin, dor nedan mêran û Evîn û Tarayê anîne nav xwe. Wêneyên wan hate kişandin, ji bo ku bimîne xatire. Ji bo ku şahidbûnê bikin ji keserên dayikên me, bavên me li vî welatê pêşketî.
”Ne tenê neha, ez ê herdem werim vir. Xizmeta ji we re ji min re şeref e. Em bi hebûna we serbilind in”, digot Evinê. Paşê hejmara telefona xwe dida wan û xatir ji wan dixwast. “Çend roj din” digot Evin û Tarayê. “Em çend rojên din dîsa mêvanê we ne”, digotin û berê xwe didane civînek din.
EuroKurd News/Stockholm