Polîtîk
Serok Barzanî li gel Emmar El-Hekîm civiya
Îro Înê 23.11.2018 di çarçoveya berdewamiya serdana xwe de li Bexda Serok Barzanî li gel Serokê Rewta Hikme Emar Hekîm re civiya û di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, em hatine daku nerînên xwe derbarê hemû pirsan ji hev re diyarbikin û bihev re hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Serok Barzanî tekez kir ku, Armanca serdana min, diyarkirina hevkarî û piştevaniye Hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya serokwezîr Adil Ebdilmehdî ye û ez geşbîn im, ku derfeteke nû û rewşeke nû dibînim.
Herwiha got jî ku, ew geşbînî hêz û hêviyê dide me, ku em karibin bihev re hevkar bin ji bo çarekirina pirsgirêkan.
https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/1083159181866191/