Serok Barzanî li gel Agub rizgakirina Nînowayê axaftin
Roja çarşem 27.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nufil Hemadî Sultan Agub Parêzgerê Nînowa kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û rewşa bereyên şerê terorîstan li parêzgehên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha Parêzgerê Musil pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstên Da’îş û çareserkirina kêşeyên pêkhatên cûda cûdayên Iraqê de hebû û ragihand kesayetî û bandora Serok Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navçeyê bi taybetî jî li runiştvanên parêzgeha Nînowa.Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên proseya azadkirina Musilê kirin û li ber çav girtina rewşa demografiya parêzgeha Nînowa ewe hate dûpatkirin ku berî destpêka azadkirina Musilê û her wiha piştî azadkirina wê pêwîste rêwşuwênên wiha bê li ber girtin ku bibê sedema aramiya runiştvanên Nînowa bi awayek ku êdî êş û karesat ji bo pêkhatên cûda cûdayên parêzgeha Nînowa dûbare nebin.