Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê bi referendomê çarenivîsa xwe diyar bike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanêdi civînekê de digel şandeya Yekêtiya Ewroparê tekîd li ser mafê çarenivîsê ji bo gelê Kurdistanê û giringiya encamdana referendomê kir û got ku, gelê Kurdistanê dê bi rêya referendomê çarenivîsê xwe diyar bike û her biryareke gelê Kurdistanê bide di çarçoveya diyalog û danûstandinan de digel Bexdayê bi awayekî aştiyane gotûbêj bike. Serokwezîr roja 25ê vê mehê li bajarê Hewlêrê digel şandeyeke Yekêtiya Ewropatê (YE) ku, ji Kostentînos Vardaks berpirsê karûbarên şandiyarê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, berpirsê ofîsa Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê û konsul û nûnerên welatên endam di Yekêtiya Ewroapyê de yên li herêma Kurdistanê pêkhatibû civiya û di civînê de got:- Gelê Kurdistanê dê bi rêya referendomê çarenivîsê xwe diyar bike û her biryareke gelê Kurdistanê bide di çarçoveya diyalog û danûstandinan de digel Bexdayê bi awayekî aştiyane gotûbêj bike. Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdanê û piştgiriya YE bo herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê û alîkarîkirina koçber û penaberên li herêma Kurdistanêm kir û kêfxweşiya xwe jî ji bo piştgiriya YE di ware rûbirûbûna ew kirîza êkonomiya rastî herêma Kurdistanê hatî nîşan da.Nêçîrvan Barzanî behsa gavên hikûmetê ji bona çareserkirina kirîza darayî kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi pilaneke çareserkirin û rûbirûbûna kirîza darayî kiriye û ji bona vê yekê di ware dabînkirina alîkariyên teknîkî, şareza û pisporiyê de, hikûmetê pêwîstî bi piştevaniya navdewletî û bi tyabetî ya Yekêtiya Ewropayê heye.

Back to top button