Polîtîk

Serok Barzanî ji Kongresmenên Amerîkî re behsa rewşa dawî kir

Roja yekşem 16.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Kongresa Amerîkî kir ku ji Senator James Inhofe Endamê Encûmena Pîrên Amerîka û Berpirsê Lîjneya Hêzên Çekdariyên Amerîka û Serokê şandê û Senator John Boozman û Senator Marion Michael Rounds û Senator Kevin Cramer Endamên Encûmena Pîran û Trent Kelly û Tim Walberg Endamên Encûmena Nûnerên Amerîka pêkhatibûn.

Li vê hevdîtinê de ku Matthew Tueller Balyozê Amerîka li amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mîhvan armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû û tekez li ser dostayetî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê dijî terorîstên Da’îş da piştevanê gelê Kurdistanê bûne û pêzanînên xwe ji bo dostayetiya di navbera her dû gelê Kurdistan û gelê Amerîka hebû û ragihand şerê dijî terorê lûtkeya hevkarî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê bû.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rêyên vegerana aramiyê ji bo Iraqê û gefên terorê li ser asayîşa cîhanî de danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Back to top button