Polîtîk

Serok Barzanî hişdariya şerê tayîfî li Îraqê da

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de got ku egerên serhildana şerê tayfî li Îraqê heye û eger kirîza siyasiya  Îraqê neyê çareser kirin divê hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Serokê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo Alcezîre ji sedemê rewşa aloz û xeter a Îraqê  hişdarî da serkirên îraqî û got ku eger serkirdeyên siyasiyên îraqî nekarin kirîza siyasîya Îraqê çareser bikin, hîngê egerên serhildana şerê tayîfî li Îraqê heye.

Barzanî got jî ku, ev kirîza siyasiya nuha Îraq tê deye, xetertirîn kirîze  ji sala 2003ê were û eger çareser nbe tirsa serhildana şerê tayîfî heye.

Nuha Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokomarê Îraqê Celal Talebanî digel hindek serkirdeyên din yên îraqî ji bona çareserkirina kirîza siyasîya Îraqê yaku piştî fermana girtina cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî serîhildaye, dixebitin.

Duhî Usame Nuçêfî serokê parlamentoya Îraqê gihişte Silêmaniyê û digeê serokomaer Celal Talebanî civiya. Tê çaverê kirin ku îro cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden bigihîje Bexdayê û ji wir serdana Hewlêrê jî bike.

Back to top button