Polîtîk

Kurdistan bi çavikê kamereya fotografê Koreya Başûr

Wênegirê Koreya Başûr Tîm Sok Tay pêşangeha xweya duyemîn li herêmê vekir 

Di merasimekê de li hola Galerîya Kurdistanê li Hewlêrê, bi amadebuna Kawa Mehmud wezîrê çandê û ciwananyê herêma Kurdistanê  û kunsulê Koreyê li Hewlêrê konsulxaneya Koreya Başûr duyemîn pêşangeha fotogirafî ya fotografê koreyî Tîm Sok Tay derbarê xwezayê Kurdistanê li jê navê nave (Ah… Kurdistan)  vekir. 

Fotograf Tîm Sok Tay di daxuyaniykê de li dor pêşnageha xwe got: 

Ev duyemîn pêşangehe ez li herêma Kurdistanê vedikim ku, têde 46 tablo hatine berçav kirine û bo dema 3 roja jî ev pêşangehe dê berdewam be. 

Herweha Tîm Sok got ku, tev tabloyên wî xwezayê Kurdistanê berçav dikin ku her çar demsal têde ne.

 Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê,  Nwzad Hadî waliyê Hewlêrê, Felekedîn Kakeyî û hijmareke kesatî û rewşenbîran di merasima vekirna pêşangehê de amade bûn.

Weke tê zanî fotograf Tîm Sok Tay li sala 1955ê li Korya Başur jidayîk bûye û bo dema çend salaye hatîye herêma Kurdistanê , ta niha 11 pêşangehên fotogirafî vekirîne , du ji wan li Kurdistanê bune

Back to top button