Polîtîk
Serok Barzanî bo Macaristanê bi fermî hat dawet kirin
Îro yekşemiyê 01.05.2011 Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Yanuş Yufarî cîgirê wezîrê derveyê Macaristanê û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinê de, cîgirê wezîrê derveyê Macaristanê, xweşhaliya xwe bi vê serdana bo herêma Kurdistanê derbirî û got ku yê dîroka vê Herêmê xwendibe xwe li ber qehremanî û xebata gelekî sîtem û zulimlêkirî dibînê û weha berdewam kir:
– Ji bo me cîyê şanaziye ku îro em bi hevdîtina serkirdeyekî wekî serok Barzanî ku, ji bona azadiya gelê xwe çendîn salên dîrêj têkoşîn daye, şad dibîn. peyama serokomar û serokwezîrê Macaristanê jî ewe ku pêwendiyeke xurt li gel herêma Kurdistanê pêkbînin.
Cîgirê wezîrê derve yê Macaristanê dawetnameyeke fermî bi navê serokomar û serokwezîrê welatê xwe pêşkêşî serok Barzanî kir ku serdana Macarîstanê bike û got:
– Ya serok Barzanî kirî cîyê şanaziya hemû mîlletên cîhanê ye ku kariye bi hêz û hîkmeta xwe gelê Kurdistanê bigihîne vê asta ku em bi çavên xwe dibînîn. Ji bo wê yekê Macarîstan bi mebesta pêşxistina pêwendiyên di hemû waran da, bi taybetî di warê kehrebe û enerjiyê de, dixwaze balyozxaneya xwe li Bexda û konsolxaneyeke giştî jî li herêma Kurdistanê veke.
Ji aliyê xwe ve serok Barzanî ji bo wê dawetnameya ku pêşkêş kirine spasî serokomar û serokwezîrê Macaristanê kir û hêvî xwest ku di derfeteke minasib da serdana welatê Macarîstanê bike û ragihand ku herêma Kurdistanê jî dixwaze pêwendiyên xwe yên di gel welatê Macaristanê pêşbixe.