CivakRojev

Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Awusturyayê re civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Îlona 2023an pêşwaziya Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schollenberg kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên dîrokî yên di navbera Awusturya, Iraq û Herêma Kurdistanê de û rêyên berfirehkirina wan pêwendiyan hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Awusturyayê tekezî li ser giringiya welatê xwe bo piştevaniya aborî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û veberhênanê kir.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya diyalogê wek rêyeke çareserkirina kêşeyan li ser bingeha hevsengî, hevparî û lihevkirinê bi piştbestin bi destûrê kir.

Back to top button