Civak

Serok Barzanî 8ê adarê li jinan pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşkên delal

Bi minasebeta roja jinan ya cîhanî, ji dil û can pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim û hêviya jiyaneke pir bi bextewer ji bo we dixwazim.

Îro di bin sîbera tecrûbeya demokrasiya herêma Kurdistanê jinan gelek ji mafên xwe bi destve anîna ku, eve jî deskefteke li pişt destkeftên din ku her hemû berhema xwîna tevaya şehîdan e, bi jin û zilaman ve ku şehîd xuşka Leyla Qasim yek ji wan şehîdên qehremane ku jiyana ji bona gelê xwe fedekarî kir.

Di sercem şoreşên gelê Kurdistanê da, jin ji bo bira û bav û hevjinê xwe ya pêşmerge palpişteke mokim bû. Di hinek rewşan de jî çeka parastinê xistiye li ser şanê xwe û parastina neteweya xwe kiriye ku eve jî şanaziyeke dinê civaka kurdistaniye ku xwedî jinên wiha be.

Di vê roja pîroz da em dûpat dikîn ku herdem dakokîkarê mafê jinan bîn û kar jî ji bo wê yekê bikîn ku jinê cîh û pêgeha xwe ku hêjayê wê be, di civaka me da hebe û bingeheke baş jî ber wan birexsênîn bo ku bi awayeke bandortir di pêvajoya siyasî, hukimranî û hemû waran da beşdar bikin û ji bo ji holê rakirina diyardeya tundutîjiyê jî kar bikîn.

Her pîroz be 8ê adarê, roja jinan a cîhanî û deste gulek jî ji bo weyên birêz

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
07/03/2011

Back to top button