Civak

Serkan Ramanli: Birînên me qemûşk girtin, ti wateya vekirina wan nîne

Serkan Ramanli Ji ber ku bi namzetê Şaredariya Êlihê yê Partiya DEMê Mehdî Oztuzun re di heman çarçeweya wêneyan de cîh girtibû, bi taybet ji alî PKK û alîgirên DEM partiyê ve hatibû rexnekirin. Ramanli bertek nîşanî van rexne û nîqaşan da û got: “Êşên me qemûşk girtine, ti wateya ku em carek din wan bikolin nîne”.

Namzetê Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, yê ku li Êlihê bi namzetê DEMê Mehdî Oztuzûn re mil bi mil wêne kişandibû, di derbarê mijarê de daxuyanî da.

‘Herkesî para xwe ji êşê wergirt’    Ramanli got: “Ez matmayî mam ku li ser wêneyekî bahoz çêdibe. Ev gel, ev bajar 40 sal in ji hawîrdora tundiyê gelek mexdûr bûne û hê jî dikişînin. Birînên me qemûşk girtine. Ji nû ve sondajkirina wan tineye. Divê tukes ji bo dijminatiyê êşa me neke hincet. Di dema şîdetê de, kêm û zêde, herkesî para xwe ji êşê girtiye. Ez bawer nakim her dilê ku berdêl daye û hezkiriyên xwe winda kiriye rê li ber aştiyê bigire. Yên ku êş nedîtine, bi destên xwe gorên xwe nekolane, bi salan hêsir ji bo hesreta hezkiriyên xwe nerijandine, bi qasî me wateya aştî û biratiyê nizanin. Divê tu kes hewl nede ku hesabê rabirdûyê bi rêya kesên ku dilê wan şikestiye bipirse”.

Back to top button