Nivîsar

Serî qûç e, binî pûç e (Bendana min û apoçîyekî)

Têmûrê XelîlBedbextîya kurdan ya here mezin di dîrokê da ew e, ku kesên ne kurd, bi kurdî gotinekê jî nizanin, Kurdistana serbixwe naxwezin û rêvebirîya bi mîlyonan kurdan dikin.Li Sovyeta berê qanûneke baş hebû: berî ku karekî ciddî bidana kesekî, li ser jîyana wî a şexsî lêkolîneke dûr û dirêj dihate kirinê. Eger paqij bûya, ew kar didanê, eger na – ne didanê. Ji ber ku nedibû kesekî ji mala xwe ra, mirovên xwe ra, hevalên xwe ra ne tiştek be, rêvebirîya çend kesan, rêxistinekê, rojnameyekê, miletekî bike. Mesele, li gundê ku min mamostatî dikir, li ”Pampa kurdan”, ku niha navê wî ”Sîpan” e, mamostayekî dibistanê dest avêtibû mamostayeke me a bi esilê xwe va aşûrî. Mesele ewqas mezin bû, ku hemû şagirtên dibistanê, hemû gundî berev bûn, li qareqara herdu mamostayan temaşe kirin, heta mamostaya aşûrî kêr di dest wê da bû. Bavê wî mamostayî ji apê wî ra, ango ji birayê xwe ra got: ”were, ez bi kurê xwe nikarim, dîsa har bûye, belkî tu wî aş bikî, em rezîl bûn”. Apê wî hat, got: ”Lawo, ev keçika delal mala xwe li Rewanê hîştîye, hatîye dersan dide zarokên me, tu bo çi wisa dikî, şerm e ji te ra?”. Bersîva wî ha bû: ”Qey min dest avîtîye jina te, tu hatî ji min ra dibêjî şerm e? ”. Fêrîkê Ûsivê binavûdeng, ku ew jî bi me ra tevayî yek ji mamostayê wê dibistanê bû, tenê di ber xwe da got: ”Heyfa gundê me, heyfa gundîyên me, heyfa miletê me…”. Piştî çend rojan ez û ew mamosta gerekê bi hev ra biçûna navenda navçeya Aragasê (Elegezê), bibûna endamên partîya komûnîst. Rojek berî wê ji serokatîya partîyê karmendek payebilind hate gund, ji gundîyan, mamostayan, şagirtan pirs-pirsyar kir ser wê bûyerê, ka rast e, an na. Hemûyan jî gotin rast e. Rojtira dinê ez bûme endamê partîyê, ew nebû, tew ne hîştin ew bê navçeyê jî. Pişt ra, eynî kesî jina xwe a kurd û 4 zarokên xwe yên hûr li gund hîşt, bi jineke ermenî ra zewicî, serê xwe hilda, ji gund derket, çû.Vêca, dibe ku kesekî ha, ku kêrî mala xwe, gundîyên xwe, zarên xwe, bavê xwe, şagirtên xwe neyê, rêvebirîya gelek kesan bike? Ez bim, ezê nehêlim şivantîya 5 pezan jî bike. Dû ra wî gelek salan hewil da karekî ji xwe ra bibîne, derê gelek dayîreyan kuta, tiştek jê derneket, berê xwe da ”hevalan” û dest pê kir wî jî li her deran got: ”Bijî, bijî filankes”, belkî bibe xwedî karekî. Û bû! Hilbet, ne karekî fermî bû, lê maeş hebû. Ew jî wek gelek kesên me, ku tiştek ji wan dernediket, çûn bûne apoçî. Rast e, ferqek tenê hebû, ku ew çend salan wek glavlît kar kir, ku dayîreke Sansûrê bû û beşeke Wezîreta Karên Ewlekarîyê ya Komara Ermenîstanê bû. Min bo çi ev mesele ji we ra got? Ez dixwezim bala we bikişînim ser çend malperên kurdan û çend nivîsên di wan malperan da. Hinek malper ji navê miletekî xeber didin, lê malper bi xwe ya rêxistinekê ye û ew rêxistin jî hemû rêxistinên kurdî yên din bendî tiştekî nahesibîne. Hinek nivîskarên wê xwe wek rojnamevan û nivîskar didine naskirinê, lê di esilê xwe da ne rojnamevan û ne nivîskar in. Dibe heta 10 pirtûkên wan jî çap bûbin, heta 100 gotarên wan jî çap bûbin, lê di pirtûkên wan da edebîyet tune û di gotarên wan da jî rojnamevanî tune.Ma dibe kesekî, ku rojnamevanî ne xwendibe, karê rojnamegerîyê bi fermî nekiribe, ango ew karê wî yê yekemîn nîbûye, ne nivîskar be, rabe nivîseke kesekî, ku zêdeyî 30 salan bi fermî karê rojnamevanîyê kiribe, nivîskar be, rexne bike? Ew dikare tenê wek xwendevan fikira xwe bêje. Lê ew nikare qelema di destê rojnamevan û nivîskarê ku bi kar û barê xwe va xwe îzbat kirîye, ji dest wî hilde û binivîse. Ew wek wê yekê ye, ku kesekî bizîşkî ne xwendibe, emelîyet nekiribe, here bikeve nexweşxaneyekê, niştira bizîşkekî navdar ji dest wî hilde, bêje, tu xwe bide alîyekî, ezê emelîyetê bikim.Nivîseke wisa van dawîyan di malpera Mezopotamya da çap bû (http://www.mezopotamya.gen.tr/gelo-kes-bikaribin-ev-t-bigihjin-makale,949.html ), nivîsa Ezîzê Cewo (…GELO KESEKÊ BIKARIVBE EVÊ TÊ GIHÎJIN?..) ser nivîsa min a bi sernavê ”Hrant Dînk ji pişta kurdan çû” (http://riataza.com/kurdish/4960-hrant-dink-ji-pita-kurdan-cu.html ), ku di malpera Riataza da çap bûbû (êdî em behsa wê yekê nakin, ka gelo her malperek dikare nivîsa her kesî çap bike û dû ra xwe efû bike, ku bal me dêmokratî ye, her kes dikare di rûpelên me da fikira xwe bêje? Lê eger nivîs bi vir û derewan va dagirtî ye, dereceya nivîsê pir nimz e û bi hezaran xwendevanên wê hene, wê demê zirara malperê ji zirara xudanê nivîsê pir zêdetir dibe). Gava çavên min li nivîsa wî ket, berî ku ez bixwînim, fikirîm, ku xuya ye nivîsa min bi dilê dostekî minî berê ye, lê piştî xwendinê pir ecêb mam. Fikirîm, min pesinê ermenîyan daye, min navê wî û navê rêxistina wî a berê nedaye, bo çi dijî nivîsa min e? Yekser ev fikir hate serê min: -Kurd tenê li Ermenîstanê aram dijîn û em gerekê her tişt bikin, ku ew jî wek kurdên me yên li bakurê welêt malên wan neyêne xirabkirin û şewitandin, xwe li riya mihacirîyê negirin, ji mal û welatê xwe bar nekin, dernekevin, asîmîle nebin û ya sereke jî, belasebeb neyêne kuştin.Heta ez difikirîm, du hevalên min, ku Ezîzê Cewo jî rind nas dikin, ji min ra name nivîsîn. Yekî nivîsî: -Têmûr can, tu qet ber xwe nekeve, ez kula dilê wî zanim, hevalan pihînek lêdane, ew ji nav xwe derxistine, bê kar maye, dixweze ber wana xwe xweş bike, ku belkî heval gunehê xwe pê bînin, carek din wî qebûl bikin. Ma qey ew nizane, ku bi vê gotara wî dikare dilê ermenîyan ji êzdîyên me bimîne, ew rabine hev, êzdîyên me jî mecbûr bin xwe li riya mihacirîyê bigirin?Hevalekî din nivîsî: -Berî çend rojan li ofîsa PKK a Yêrêvanê salvegera partîyê pîroz dikirin. Gava Ezîzê Cewo hate wira, serokatîya komelê şaş ma, ku ew bo çi hatîye, dema gazî wî nekirine. Hatibû wir bi fikira, ku belkî karekî bidinê. Heta li wir xeberda jî, pesinê partîya xwe a berê da, pesinê gêrîllayan da, lê heval ew bendî tiştekî nehesibandin, tenê jê ra gotin: -Êdî dereng e… Em niha te baş nas dikin.Bi rastî, min jî xwest bi bêdengîya xwe û bersîvnedayîna gotara Ezîzê Cewo alî wî bikim, belkî mirazê wî pêk were. Vê nivîsa min jî wek bersîva nivîsa Ezîzê Cewo qebûl nekin, ji ber ku gotara wî ne gotar e, ku hewcê bersîvê be. Daxweza vê nivîsa min ew e, ku keç û xortên me yên paqij rastîyê bizanibin û nedine dû hinek kesên bi rû va kurd, lê bi kar û emelê xwe va dijî kurd. Tenê ezê çend fikirên di gotara wî da raberî we bikim û hewil bidim îzbat bikim, ku ew çawa bi zanebûn îzbatîyan feş dike. Hilbet, hesabên wî hene. Hema dixwezim bêjim: ”Heyfa te, birako, tu çima ketî wê rojê…”Bo nimûne, Ezîzê Cewo dinivîse:”Lê dîsa jî, ez li vir t’enê axavtina Lêvon Têr-Pêtrosyan bi bîr bînim, ê ku wê demê serokk’omarê Ermenîstanê bû. Û ew axavtina wî, ya ku wî di Parlamêntoya Ermenîstanê da pêşkêş kiribû, bi r’êya têlêvîzîonê bi awayekê zêndî hatibû weşandin. Ewî di wê axavtina xwe da wê demê got, ku, eger heya partîya wan (T’evgera Hemnet’ewî ya Ermenîyan, bi ermenî – HHŞ) hîç tiştek jî nekiribe, hema ew, ku Ermenîstan ji bîyanîyan paqij kirye, bes e!… Û, k’a gelo bîyanîyan çawa ji welatekî paqij dikin, tê zanîn! Û, k’a, bila kekê T’êmûr ne “p’arêzerîya” van lawikan hilde ser milê xwe, ne jî li şûna wn k’urdan biaxive, yên ku wê demê p’enaber bûne, ji ber ku ew wê demê ne di nav wan da bûye…!”Bersîva ”kekê Têmûr” ha ye: -Kekê Ezîz, tu zef rind zanî, ku qesta Lêvon Têr Pêtrosyan – Ermenîstan ji bîyanîyan paqij kirye – tenê azirîyên Ermenîstanê bûn, lê ne êzdî û miletên din bûn. Tu êzdîyek jî di rûyê van gotinan da penaber nebûye. Belkî kesên ku di nasnameyên wan da kurd hatibû nivîsar û paşnavê wan ne wek paşnavê ermenîyan xilaz dibû (kesên wek min), bi rûyekî tirş li wan dinihêrîn, lê tu zordarî li ser kesên wek te nebûye, çimkî paşnavê te bi cûrê ermenkî xilaz dibe (Mamoyan) û di nasnameya te da jî ber navê miletîyê ”êzdî” hatibû nivîsar, naznavê te jî Korda Mad bû. Û vê meselê veneke, negihîne serokatîya Ermenîstana îroyîn, hewil nede li Ermenîstanê jî xendeqa bikolin, ku bibe sebebê deroderbûna milet, ku di rûyê yên wek te da zor li êzdîyên me nekin, wisa neynine serê wan, ku tînine serê kurdên Cizîra Botan, Nisêbînê, Şirnaxê û Sura Diyarbekirê… Û ecêb e, ev der cîyên herî kurdîaxêv, herî kurdîparêz û Kurdistanxwez in.Pişt ra birêz Ezîzê Cewo dinivîse, ku li Ermenîstanê bi fermî ”weşanên k’urdî yên r’adîyoê (R’adîoya Yêrêvanê) kirine du beşan – beşê k’urdî û yê êzdikî (?!)”.Xwendevanên hêja, ji gotinên Ezîz bawer nekin, li Ermenîstanê radyoyeke bi zimanê êzdikî tune, navê wê beşê ha ye: ”radyoya bona êzdîyan”, lê ne ”bi zimanê êzdikî”. Ango, ji bo kesên ku xwe êzdî dihesibînin. Li cîyekî din birêz Ezîzê Cewo dinivîse: ”Û, li vir, ya ku kekê T’êmûr r’astîyan wisa lêpovajî vedibêje, ku tê wat’eya berovajîkirina r’astîyan, û mirov divê r’astîya wan “r’astîyan” a r’astîn bide zanîn. Ya yekem, ya ku ev biradera dibêje, ku “Hirant Dînk’ ji pişta k’urdan çûye!”! Em vê pirsê bi giştî ji k’urdên T’irkîyayê û Bakûrê K’urdistanê r’a bihêlin, lewra ku ew r’astîya vê pirsê bêhtir dizanin, û yên ku li Hrant Dînk’ xwedî derk’etin û navê wî wisa bilind kirin û gîhandin asteke ewqas bilind jî, dîsa ew bi xwe bûne… Lê dîsa jî, k’a bila kekê T’êmûr bibêje, gelo di Ermenîstanê da berî mirina Hrant Dînk’ çend ermenîyan navê wî bihîstibûn, an îro çqas ermenî wî navî dizanin… A, eger T’evgera gelê k’urd nînbûya, dê piştî kuştina wî di cîhekî-duyan da binivîsyana (Ew jî di çapemenîya ermenîyên dîasporayê da!) û hew… Hema, ew T’evgera K’urd a Net’ewî bû, ku bi dehhezaran mirov derxistin k’ûçe û kolanên Stanbolê û bajarên dinê û bi duruşmên: “Em hemû Hrant Dînk’ in!”, “Em hemû ermenî ne!” meşyan (Ew jî di bin ç’avdêrîya r’êjîma faşîst û dij-ermenî da!). Û çapemanî û weşanên k’urdî jî (bi bingehîn, yên Bakûr) çend r’ojan ser hev di derbarê vê bûyera dijmirovî da weşandin û cîhan pê hesandin, ew pirs kirin pirseke navnet’ewî… Û her paşê di Ermenîstanê da jî di derbarê wî da axivîn û nivîsîn… ”Li vira gotinek kete bîra min, ku kurdên bakur pir bikar tînin: -Halla, halla… Ka mêze bikin, ev camêr çawa hewil dide bi van gotinan tam miletekî bixapîne:-Hema, ew T’evgera K’urd a Net’ewî bû, ku bi dehhezaran mirov derxistin k’ûçe û kolanên Stanbolê û bajarên dinê û bi duruşmên: “Em hemû Hrant Dînk’ in!”, “Em hemû ermenî ne!” meşyan…A pêşin, birayê delal, tu bo çi tevgera PKK wek tevgera hemû kurdan didî xuyakirin? Cem we her tişt Netewî ye, serokê we jî Netewî ye, lê di esilê xwe da ew serokê rêxistinekê tenê ye, tevgera we Netewî ye, lê di esilê xwe da tevgera rêxistinekê ye, ku damezirandina Kurdistana serbixwe ne di bernameya wê da ne, heta wê Kurdistanê davêje çopê jî û ji endamên rêxistinê yek jî wî şermezar nake, ango ew rêxistin jî bi tevayî ser bawerîya wî ne. (Ango, ”bijî filankes, bimire Kurdistan!”). Eger we bi dehhezaran mirov derxistin k’ûçe û kolanên Stanbolê û bajarên dinê û bi duruşmên: “Em hemû Hrant Dînk’ in!”, “Em hemû ermenî ne!” meşyan…, we bo çi bona Tahir Elçî ser wê dereceyê ew yek ne kir, an jî nehîşt milet bike? Ma qey canê yekî ne kurd ber dilê we ji canê yekî kurd ezîztir bû? Dibe ne tirkan ew kuştibûn? Eger hûn Kurdistanê naxwezin, wê demê bo çi berê bi hezaran xort û keçên me yên delal û welatparêz didine çiya û ew canê xwe ji bo ne tiştekî fîda dikin, dû ra jî wana wek pakrewan didin xuyakirin? Lê pakrewan ew kes in, ku piştî wan bona milet û bona welêt tiştek çê dibe. Ka we çi çê kir? Ka hela bijmêre çend pakrewanên wan dertên?Dû ra Ezîz dinivîse: ”Lêbelê, ew çi ku di Ermenîstanê da pêk hatye, T’evgera K’urd haş ji wê jî heye, lê naxwaze, ku hinek me bînin hember hev û dilê xwe li me şad bikin”.Li vir Ezîzê Cewo gefan li dewletekê dixwe, lê di esilê xwe da hêza wî têrê nake gefan li gundekî jî bixwe. Kek Ezîz, li Ermenîstanê çi pêk hatîye dijî gelê me? Dibe hîç kurdekî Ermenîstanê vê yekê nizane, tenê tu zanî? Gelo dibe dijminatîyek di navbera kurdên êzdî yên Ermenîstanê û ermenîyan da heye, em nizanin. An ew tenê projeyeke we ye? De ka bêje bira haya milet jê hebe, ku ji nişkêva ecêb neyê sêrî… Xwedê neke ew vîrûsa kolana xendeqan, ku bi destî projeyeke hevkar ketîye Cizîra Botan û warên Kurdistana Bakur yên din, di rûyê wê da milet perîşan bûye, bikeve Ermenîstanê jî, bibe sebebê koçberkirin û kuştina kurdan.Hela li van gotinên tirtire mêzekin: r’êberê T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî bir’êz Ocalan… A li vir dibêjin: “Hêdî bajo, siyaro…”. Ev gotin jî alî wî nekirin… Xwezî wî bi xwe ji van gotinan bawer bikira, paşê hewil bida xwendevanan bide bawerkirinê.Bi kurtî, xwendevanên delal, kesê ku navê malpera me nikaribe rast binivîse (navê “Riataza” wek ”Riateze” nivîsîye), sernivîsara gotara xwe rast nenivîse, him bi şaşîyên herfan û him jî yên fikirî, kesê ku di gotina ”Împeratoriya” da 4 şaşîyan berde (wî nivîsîye ”Înpêratorîha”), hûnê ji nivîsa wî çi fêm bikin? Û evî kesî gelek salan di PKK da karên ser dereceya bilind kirine, redaktorîya rojname û malperên wê kirîye.Li cîyekî Ezîzê Cewo dinivîse: Îro mirov ji k’îjan k’urdî jî bipirse, k’a, gelo ew serxwebûna K’urdistanê dixwaze, wê ji sedî sed bi ç’epik û lîlandin bibêjin – Bijî K’urdistan!Ka mêzekin rêvebirên vê rêxistinê, yên ku li serê herî jorîn in, kê ne û çi dibêjin. Nîvê wan ne kurd in, nîvê wan jî hîç gotineke kurdî nizanin. Mirov dixweze ji Ezîzê Cewo pirs bike: -Ka te digot her kurdek Kurdistaneke serbixwe dixweze, ango bi gotina te dertê ku ev kesana hemû ne kurd in?Abdullah Ocalan: Nabe ku Kurd bibin dewlet. Ji ber ko wê çaxê dê bişibe dewleta Îsraîl.Cemîl Bayık: Me dev ji fikra Kurdistana serbixwe berda.Selahattin Demirtaş: Em dewleta Kurdî naxwazin. Ti armancek me ya bo parçekirina Tirkî tine ye.Duran Kalkan: Bi navê Kurd netewek tine ye.Salih Müslim: Dema fikra serxwebûna dewleta Kurdî derbas bûye. Em ji boy Sûrîyeke demokratîk şer dikin.Hatip Dicle 1: Me fikra serxwebûna dewleta Kurdî avêt teneka çopê.Hatip Dicle 2: „Heke wekîlên HDP ji meclîsê bên avêtin, wê cudabûn di serê Kurdan de bê vejandin û Kurd dê doza cudabûnê bikin. Yekrêzî û yekparîya Tirkîyê erka me ye.Abdullah Ocalan 1: Kovara Ülkede Özgür Halk, 2007, rûpel: 56-57Abdullah Ocalan 2: “Heger qelema me bişikînin û me qir bikin, hin partiyên kurd amade ne ji bo werin li şûna me rûnin. Wê doza daxwazên girantir li Tirkiyeyê bikin. Haya Tirkiyeyê jê tune ye bê di nav xetereyeke çawa de ye. Kurd ê siberojê bibin xwedan dewleteke netewî.”Evana yên serê jorîn in, ku ha dibêjin. Wê demê yên di bin wan da wê çi xwelîser bin?

Back to top button