Macaristan çekên nû û modern dide hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.Gelek dewletên Ewropî di aliyê lêşkerî de pişgiriya Kurdistanê û hêzên pêşmerge kirin.Lê piraniya van welatan çêk rêdikirin Bexdayê û hukumeta merkezî çêkên pêwist ji xwere hiltanîn û yên din ji bo Kurdistanê rêdikirin.Ji bo vê sedemê hukumeta Kurdistanê daxwaz kir ku çek rasterast yanî ne li ser Bexdayê re werin Kurdistanê.Niha humumeta Macar jî biryar da çêkên nû rasterast rêbikin Kurdistanê.Li gora konsulusê Macaristan yê li Hewlêr dide xuyakirin heta niha Macaristan 275 ton çek dane Pêşmergeyên Kurdistanê û dê niha jî ji bo şerê dijê DAÎŞê çekên nû rêbike Kurdistanê.Herweha tê zanîn ku Macar ji bo dermankirina pêşmergeyên birîndar jî deriyê xwe vekiriye.
Pêş
26/07/2026
Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike
26/07/2026
Trump êrişên li Îranê ji bo demekî rawestandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close


