Şerefettin Elçî koça dawî kir
Serokê giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), siyasetmedarê naskirî û parlementerê Diyarbekirê Şerefettin Elçî encama nexweşîyek dijwar îro êvarê li Enqere di nexweşxanê de çû ber dilovaniya xwe.
Şerefettin Elçî eve demek bû ji bo nexweşiya xwe li Enqere nexweşxanê de tedawî didîta. Îro êvarê encama vê nexweşiya giran koça dawî kir.
Bila heza rehmetat xwedê lê be û cihê wî biheşt be.
Şerefettin Elçî Kiye:
Şerefettin Elçî sala 1938ê li Cizîra Bota hatiyê dinyayê.
Elçî kuliya Hukukê qedand û bû parêzer. Dema ku xwendevan bû di doza 49an hate dadgehkirin. Elçî damezirê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye bû. Heta sala 1971ê serkirdiyatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye de cîh girt.
Piştî inqilaba leşkerî ya sala 1971ê hate girtin û 8 mehan di zindanê de maye. Sala 1977ê di Adalet partisi de bû parlementerê bajarê Mêrdînê.
Elçî sala 1978-79-ê di serokweziriya Bulend Ecevît de wezîrî kir. Şerefettin Elçî piştî inkilaba leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê hate girtin û ji bo kurdîtiyê zêdeyî 2 salan di zindanê de ma. Elçî herêî dawî serokatiya giştî ya KADEPê dikir û herweha parlementerê Diyarbekir bû.
Cenazeyê rehmetî Şerefettin Elçî sibe demjimêr 11.00 dibin parlementoyê û rewresmek ji bo tê daxistin. Herweha Roja pênçşembê jî cenaze ber bi Cizîrê ve tê veguhaztin.