Polîtîk

Barzanî: Pêwîstiya YNK û PDKê zêdetir bi rêkeftina stratejîk heye

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokatiya heyeteke polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana bajarê Silêmaniyê kir û digel serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiya. 

Piştî civînê, serok Barzanî di preskinfrensekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Di pireskonfrensê de serok Mesûd Barzanî basa naveroka civîna xwe ya bi her du polîtbûroyên YNK û PDK re kir û got ku, serdana wan bo Silêmaniyê û civîna hevbeşa her du polîtbûroyan gihandina peyama biratî û bihevrekarkirinê ye:

Hatina me bo Silêmaniyê gihandina wê peyamê ye ku, em bi we re ne û em amadene ji nuha û pêve jî di hemû pirsan de digel we bin.

 

Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa rola Celal Talebanî kir û got:

Hebûna Celal Talebanî ne tenê ji bo YNKê giringe, lê ew ji bo PDKê, ji bo hemû partîyên Kurdistanî û gelê Kurdistanê jî giring e. Înşalah bi xweşî  û selametî  dê vegere bo Kurdistanê.

Lê belê divê em hemû egeran jî li ber çavan deynîn, ji ber ku, nexweşîya wî cidî ye.

 Serok Barzanî got ku, ji bo paşeroja Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwestiya YNKê û PDKê û hevpeymanîya navbera YNKê û PDKê û hemû hêzên siyasîyên Kurdistanê gelek giring e û:

Em bi vê dikarin destkevtên xwe biparêzin û destkevtên din jî bi dest bînin.

 Di bersiva pirsekê de li dor rewşa aloza navbera Hewlêr û Bexdayê, serokê Kurdistanê got:

Em hertim digel danûstandinan  de bûne û tu demekê jî me dergehê diyalogê negirtiye. Di çend rojên bê de jî civînek din a serbazî, teknîkî di navbera her du alîyan de tê encam dan. Bê goman vekişîna pêşmerge girêdayî bi vekişîna hêzênarteşaIraqê ve girêdayî ye. 

 Li dor paşeroja rêkevtinnameya stratejîk a navbera PDK û YNKê de piştî nexweşîya serok Talebanî, Barzanî got:

Wek wezîfeyek exlaqî û niştîmanî li ser  me her du alîyan feriz dike ku, weke caran û zêdetir pabendî vê rêkevtina stratejîk bîn.

 

 

Back to top button