Şeredev di navbera endamên serokatiya YNKê de gerim dibe
Ev heyameke endamêm polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK bi daxuyanî û nivîsîna gotaran şerê hev dikin û hev du bi gelek tiştan gunehbar dikin.Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya YNKê di daxuyaniyekê beha rewşa Kerkûkê dike û waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku endamê polîtbûroya YNKê bi dizîna nefta Kekûkê gunehbar dike.Necmedîn Kerîm jî di bersiva xwe de ji Mela Bextiyar dibêje bêdeng be yê xaniyê wî şûşe be bila keviran neberde xaniyê tu kesî û eger Bextiyar bêdeng nebe gelek tişt hene li ser wî bên gotin.Piştî vê meselê, êdî şeredev ket navbera Mela Bextiya û Behroz gelaleyî berpirsê YNKê yê Tirkiyeyê.Gelaleyî di divîseke xwe de meka bextiya rexne kiribû û daxwaz jê kiribû bi hişiyarî daxuyanî bide.Mela Bextiya jî ferman da medyaya ser bi wî ve li dijî Behroz gelaleyî binvîsin û wan jî texsîr nekir û tiştê viya li dijî Gelaleyî nivîsî û gotin ku dosyeya Behroz gelaleyî nepaqije.Behroz gelaleyî jî ji polîtbûroya YNKê xeyîdîye û nivîsek ji bo polîtbûroyê hinatiye ku tê de dibêje: Ev sê roje Mela Bextiya û zelamên xwe bi navên nediyar li dijî min dinivîsin û navzirandinê bi min dikin. We jî weke polîtbûroya YNKê xwe li hember van teserifan xwe bêdeng kiriye…. êdî ez jî dê li ser mela Bextiya nivîs im û zêdetir li benda we nabim.