Polîtîk

Şaredarê bajarê mezin ê Rihayê ji partiya xwe îstifa kir..!

Mehmet Kasim Gulpinar ê ku di Partiya Refahê de weke Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatibû hilbijartin, ji partiya xwe îstifa kir.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasım Gulpınar bi peyama xwe ya bi vîdeoyêkî ragihand û da xûyakirin ku, ji Partiya Refahê îstifa kir. Gulpınar da zanîn ku wî biryar daye ku serbixwe berdewam bike.

Di peyama Gulpinar de ev tişt hatin gotin:

“Gelî hevwelatiyên min ên hêja, me pêvajoya namzediyê ya ku di encama daxwazên we yên giranbuha de dest pê kiribû, di şeva 31’ê Adarê de bi xêra we ya mezin bi serkeftinê tacîdar bû. Di vê rêya ku min bi we re danîbûn de, em bi ramanek hevpar tevgeriyan. Min timî serî li daxwaz û bangên we daye. Di vê demê de ez her tim zelal bûm û rewşên pêşkeftî bi we hevwelatiyên hêja re parve birim. Ez her dem dilsozê peymana me ya hezkirinê ya bi we re bûm û dê bimînim jî. Lê ji bo gelê me yê ku heta niha em hembêz kirine û ji me hez kirine, pêwîst bû em xizmet û xebat li ser bingehek rast bimeşînin. Hûn emaneta pîroz a hevwelatiyên me yên hêja hildigirin; Weke her carê me daxwaza we wergirt, emê wergirin û di her biryara ku em li gel we bidin emê bi cih bînin.

Bi van rastiyan re ji bo ku dawî li rewşên di rojeva me de dikişîne û li ser xizmetên çêtir ji bo Rihayê; Bi nêrîna hevpar a gelê xwe me biryar da ku weke “Serbixwe” ji her partiyeke siyasî erka xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin bidomînim. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo dawî li şerên siyasî yên ku ev demeke dirêj e rojeva Rihayê de ye,û li şûna parçebûna siyasî û siberoja Rihayê nîqaşên xizmetguzarî, veberhênan û siberoja Rihayê werin kirin, bi şêwazek siyasetek serbixwe û yekgirtî wê sûdmend be. Biryara ku me girtiye heta hûrgiliyên herî biçûk hatiye fikirîn û ji aliyê raya gelê me ve hatiye piştgirîkirin. Di vî warî de ez spasiya bajarê me yê qedîm dikim ji bo piştgirî û xêra wî ya mezin û hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”

Çi qewimî?

Heman piştî hilbijartina Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar, timî dihat axaftin ku ew ê ji Partiya Refahê îstifa bike û bikeve nav AK Partiyê.

Kasım Gulpınar di civîna meclisê de bertek nîşanî van îdiayan da. Gulpınar diyar kir ku hevdîtin hatine kirin lê hêj tiştek zelal nebûye.

Wek din AK Partiyê çewe ku li Rihayê encama namzetên xelet winda kirî li gelek cihên din jî ji heman sedemê şeredarî ji dest dan.

Back to top button