Civak

Şerê qirêj li Bakur jiyan nehiştiye

Li Bakurê Kurdistanê şêrê navbera PKKê û hêzên Dewletê de berdewam e.Herî dawî encama teqandina mayinekî ji aliyê PKKê ve 4 polis hatin kuştin.Li navçeya Mêrdînê Kerboran encama çandina mayinekî ku dema otomobila polîsa derbas bû hatî teqandin 4 polisa jiyana xwe ji dest da.Li gelek deverên Kurdistanê ev şer bûye sedemê sekinandina jiyanê. Li gora agahdariyên Ajansa anadoluyê heta niha vî şerî de hêjmara kuştiyan ji hezarî zêdetire.Li gora ajansê Şerê 58 rojî de heta niha72 kesên hêzên ewlehiya Tirkiye(Esker, polis û gundiyên çekên hukumetê rakirîn) jiyana xwe ji dest dane.Kesek hemwelatiyê Îranê 20 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.Ji aliyê PKKê ve 249 otomobilên bar û yên din hatine şewitandin.Di dema çalakiyên PKKê de 111 çekdarên PKK jiyana xwe ji dest dane. 28 çekdar hatine girtin 15 ji wan birîndarî hatine girtin.Herweha dezgehên dewletê dibêjin operasyonên di meha Temuzê destpêkirîn heta niha 965 çêkdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.Ev agahdarî çikas rastin yan derewin ne girîng e. Ya giring malwêraniya vî şerê qirêj e. Her wek cara dezgehên tarî feydê ji vê qonaxê dibînin. Kes û aliyên li ser ranta şer dijîn dixwazin ev şer berdewam be. Ev kurd bin tirkbin ferk nake. 

Back to top button