Polîtîk

Serê hukumetê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Sibatê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser mijarên heyî, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin kirin.

Herwiha di civînê de, her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û parastina ewlehî û aramiya Iraqê kirin.

Back to top button