Polîtîk

Şerê Hewlêr û Bexdayê li ser qanûna neftê dest pê kir ve

Civata wezîran ya hikûmeta fedral a Îraqê bêyî ku hemû aliyê peyvendîdar, aliyên siyasyên îraqî li ser lihev bikin, reşnivîsa qanûna petrol û gazê derbas kir û ji bo pesindkirinê ji parlamentoyê re şand.  Peyvdarek li ser navê dîwana serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyekê nivîskî de ew hewlesta hikûmeta Îraqê bi tundî mehkûm û şermezar kir.

Li gor KTVê, serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, rewşnivîsa  qanûna petrol û gazê ku, bêyî hayedarbûn û lihevkirina aliyên peyvendîdar, bi taybetî aliyên kurdî, ji aliyê civata wezîrên hikûmeta Îraqê ve hatiye derbaskirin û ji parlamentoyê re hatiye şandin. Ev teserifa hikûmeta federal a Îraqê li dijî destûrê ye.

Pevdarê dîwana serokatiya Kurdistanê ev helwesta han bi helwesteke li dijî destûra bingehîn a Îraqê wesif kiriye û daxwaz ji parlementoya Îraqê kiriye ku, bi ti awayî ev reşnivîsa qanûna patrol û gazê  nepejrîne.

Weke tê zanîn yek ji pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê qanûna patrol û gazêye. Di sala 2007ê de bi beşdariya kurdan û hemû aliyên îraqê reşnivîsa qanûn aneft û gazê hat bû amadekirin û ji parlamentoya Îraqê re jat bû şandin. Lê parlamentoyê ew careke din ji bo civata wezîran paşde vegeran daku hindek guhartinan tê de bikin.

Back to top button