Cîhan
Şerê cîhanê yê sêyemîn
Serokerkanî Îranê di daxuyaniyek ya xwe de cîhan hemî bi şerê cîhanî yê sêyem tehdît kir. Hesen Fîruzabadî taybetî li ser cihkirina mûşekên Patriotan ji aliyê NATO yê ve li Tirkiye sekinî. Serokerkanî Îranê got divê ev patriot ji holê bêne rakirin. Herweha Tirkiye jî bi têkçûnekî tehdît kir.
Demekurtek berî niha li gor ragîhandina ISNAya İranê ya nûçeyan, Serokerkanê Giştî yê Îranî Hesen Fîruzabadî gotiye ku ”Her yek ji van mûşekên Patriotan li ser nexşeya dinyayê, xaleke reş in ku têne dîtin.” û gelek bi tundî gef xwarine û weha domandiye: ”Sarûxên Patriot ên NATOyê ku ji bo Sûriyê hatine Tirkiyê, wê bingeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn amade bikin. Lê wê dora Tirkiyê jî were…”