Polîtîk

Stenbul: PDKê beşdarî foruma siyaseta nû bû

 

Roja 13.12.2012ê li Tirkiyeyê li bajarê Stenbulê, heyeteke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Hêmin Hewramî berpirsê têkeliyên derve yê PDKê beşdarî di çalakiyên foruma siyaseta nû de kir.

Foruma siyaseta nû bi beşdariya 37 kesatîyên siyasî û akademîk ku, bi awayekî fermî ji hemû cîhanê hatibûn vexwandin li jêr nave (Gelo guhertinên Rojhilata Navîn dê bine sedemê qewmîna şerekê mezin?)  li Stenbulê dest bi çalakiyên xwe kir. 

Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Hêmin Hewramî êkane şandeya kurdî bû ku, bi awayekî fermî ji bona beşdarîkirinê ji aliyê foruma navborî ve hatibû vexwandin.

 Di çarçoveya çalakiyên foruma siyaseta nû de, Hêmin Hewramî babetek binavê (herêma Kurdistanî çawa li bûyerên Rojhilata Navîn dinêre) pêşkeş kir.

Mixayêl Gurbatşov serokê berê yê Yekêtiya Sovyetê serokatiya Foruma siyaseta nû  dike û çalakiyên wê yên vê carê ji aliyê Mesûd Yelmaz serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê ve hatin birêve birin.

 

Back to top button