Şerê birakujî li Colemêrgê
Şer saet 18.00 dest pê kir û hetanî saet 21ê domand. Ev şerê hanê di navbera eşîra Ertoş û ya Pinyanişê de derket. Sedemê Şer jî, li ser çêreya pêz a li zozanan bû.
Du roj berê şer li zozên di navbera şivanan de dest pê kiribû û di encamê de şivanek hatibû kuştin.
Roja şemiyê îcar şer ket navenda bajêr. Bi sedan kes ji herdu aliyan ve sûka bajêr ji xwe re kirin qada êrîşê. Her dever bûbû wek roja qiyametê. Ji aliyekî ve berên yeklepî divirvirîn û ji aliyekî ve terqîn û gurmîna çekan bû, ji aliyekî ve jî qêrîn wêrîna sinyalên makîneyên polîsan bû û hem ava bi şir bera ser şervanan didan, hem jî gaza îsotê birdidan ser wan.
Bi qederê 9-10 erebeyên pîsan ketibûn nîvê sûkê û nedihiştin ku şervan bigîjin hevûdu. Lê şervanî di kuçeyên teng re çiv li xwe didan û êrîşê hevûdu dikirin.
Saet li dora 21ê şevê şer rawestiya. Lê çend kes li erê dirêjkirî dihatin dîtin. Ew mîr bûn an birindar bûn, nehat zanîn.
Piştî ku şer rawestiya, dengê sinyala enbulansan hat û li kesên mirî an birîndar digeriyan.
Polîsan hetanî derengiya şevê jî nehêla kes li sûkê bigere.
Rojeva Kurd/Colemêrg 25.05.2013