Cîhan

Şerê 40 salî îro bi dawî dibe

Di navbera hikumeta Filipîn û Eniya Rizgariya Îslamî a Moro (MILF) de, şerê ku 40 sale dewam dike, îro li paytexta Filipîn li Manila, li Qesra Serokatiyê bi morkirina peymana aşîtyê diqede. Hevdîtinên ku di navbera her du hêzan de hatibûn meşandin û bi lihevkirinê bi dawî bûbûn, îro xwe digihîne qonaxeke din, qonaxa aşîtiyê.

Şêwirmendê ku berpirsyariya hevdîtinên aşîtiyê dikir, yê Serokdewletê Filipîn Teresita Quintos-Deles, diyar dike ku, li paytexta Malezya Kuala Lumpur, hevdîtinên ku di navbera rayedarên MILF û hikumeta Filipîn de dihatin meşandin, her du aliya li ser teksta aşîtiyê lihevhatine.

Li ser navê  MILFê Mohagher Îqbal û li ser navê hikumeta Filipînê jî Marvic Leonen, ku her du kesayeta hevdîtinên aşîtiyê jî dimeşandin, wê teksta aşîtiyê mor bikin. Ji bo peymana aşîtiyê, Serokdewletê Filipîn Benigno Aquino û Serokdewletê Malezya Mohd Najib Abdul Rezzaq wê wek kesên ku şahidiyê dikin, mora xwe li bin teksta peymana aşîtiyê bixînin.

Li gorî peymanê, li herêma Mindanao xweseriyeke nû wê bê avakirin. Ji ber ku li gorî Moroyên li wê herêmê dijîn be, navê xweseriya ku wê bê avakirin, wê bikine Bangsamoro.

Di vî şerî ku 40 salî dewam kir de, nêzika 120 hezar mirov mir. Pirranyên ku jiyana xwe di vî şerî de wenda kirin misilman bûn. 

 

  

   

Back to top button