Nivîsar

Serdema amar û datayan

Em hemû, ewên zîndîne, me ew şans heye li serdemekî seyr da bijîn ku navê wê serdema guhertinên gelek bi leze. Hindî bi leze ku mirov nagihiyê xwe li gel wan da biguncênê. Bazdana wiha li jiyana beşer da rû dide tenê xaneyên leş tûşî şok dike û pêşketin û Evolution* nagihe hawara wê.

Ev guhertinên ku divê li hezar salan da rû bidin li deh salan da derdikevin. Çendî diçe ev lezgînî zêdetir û zêdetir dibe. Li vê navendê da çendî jiyan hêsantir û xweştir dibê ewqas jî metirsî û tirs kûrtir û berfirehtir dibin. Çendî mirov bihêztir dibê û ewqas jî naziktir dibê. Çendî dikarê bilind bifirê ewqas jî dikarê bikevê çalên ji navçûnê. Çendî bêhtir bizanê ewqas jî zêdetir tirs û bê bawerî rûbirû dibin.

Niha em hemû li destpêka serdem û çaxekî nû ya biyolojî û derûniya mirov dane. Corona deriyê wê çaxê vekir û zanist û ragihandin û sosyal medya jî bi lez Coronayê bi hemû mirovekî ser goka zevî nasand. Li destpêka wê çaxê da divê xwe ji hinek tiştan biparêzîn ku nepenîne û wan nabînîn. Divê li nediyaran bitirsîn. Ew nediyarên ku li hemû cîheke vê cîhanê da hene. Li laş û cesteya mirov ve bigre heta serê bilindtirîn daran, ji kûrahiya deryayan da heye û li lûtkeya çiyayan jî. Ev nediyare, dikare li nav nefes û henaseya me hemûyan da hebê.

Niha em li destpêka serdemekîne ku tişt bê tam rasteqînene. Rastî gelek rûtin û peyvan vedigerînin ser eslê xwe û hemû tişt dibê amar.

Evolution* : Geşbûna biyolojiya mirov û zîndeweran li ser bingeha hilbijartinên xwezayî û sirûştî.

Zikrî Musa

Back to top button