Serdar Herkî: Kongereya YNKê kongereya dûrxistina Badînan
Kongeraya sêyem ya YNKê kongera dûrxistina Badînan bû.
Serdar Herkî endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê û endamê kongeraya sêyem ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di nivîseke xwe de ku di rojnameya Hawltî de hatiye weşandin, behsa rêveçûna karên kongera sêyem ya YNKê dike û têde diyar dike ku di kongereyê de devra Badînan ji %100 hete îhmal kirin û tu kes ji Badînan ji bo ku bigihîje serokatiya YNKê dengên pêwsît bidest nexistin.
Serda Herkî dinivîse: ”Yek ji mezintirîn xalên lawaz û nêgetîvên kongereyê ew bû ku di kongereyê de ji %100 devera Badînan hat dûrxistin. Di kongereyê de tu nûnerên vê devera berfireh nekarî bigihîje serokatiya YNKê. Bi vê yekê endam û kadiroyên YNK li devera Badînan ji YNKê bê hêvî dibin. Beriya nuha jî ew bêhêvîbûn hebû, ji ber ku ji 29 endamên parlamentoya Kurdistanê yên ser bi YNKê ve bi tenê yek ji devera Badînan e. Ji aliyê YNKê ve tu wezîr ji devera Badînan di hikûenta herêma Kurdistanê de nînin.”
Herkî di nivîsa xwe de dêbêje ku ya ku YNK li hember devera Badînan dike wê yekê nîşan dide ku êdî YNK hêdî-hêdî destê xwe ji Badînan dikêşe û wê teslîmî reqabet û hevrikên xwe dike. Herkî dibêje eger bi vî awayî rewş berdewam bike YNK dê Hewlêrê jî winda bike û li Silêmaniyê û Germiyan jî YNK dê ber teref bibe.
Serdar Herhî dinivîse: Kêmtir ji 1000 nûnerên kongereyê bi hilbijartin û bi mafê xwe yê desyûrî gihîştine kongereyê. Lê yên ku beşdarî kongereyê bûn û dengên xwe dayîn zêdetir ji 1600 kesan bûn. Ev yek jî metod û pilaneke kevnar e û li dijî pirensîpên demokrasî ye û rêxweşkirin bû ji bo tezwîr û saxtekariyê li dijî îradeya rasteqîneta endam û kadiroyan.
http://83.169.12.202/K_Direje.aspx?Jimare=447&Besh=Witar&Cor=2