Serdanek dîrokî!
Serdana Macron ya herêma Kurdistanê ji bo pêşeroja Kurdistanê dibe wek mîladekî. Macron û Nêçîrvan Barzanî di derbarê pêwendiyên Fransa û Kurdistanê de dîtinên xwe li gel Raya Giştî parvekirin.
Dara Bilek
“Bexda û Hewlêrê gelek watedare û peyameke zelal ya berdewamiya piştgîriya Fransaye ji bo proseya demokrasiya li Iraq û Herêma Kurdistanê. Em bi pêzanîn û girîngiyeke mezin ve li vê serdana wan dinêrîn.” Emmanuel Macron
“Wekî bîranîneke pêwîst, gelek spasî helwest û rola Serok Macron ya li çareserkirina aloziyên payîza 2017 ya li gel Bexda û vekirina dergehên guftûgoyên siyasî û dîplomasiyê bi rûyê Herêma Kurdistanê da dikim. Hevkariya cenabê we, Hewlêr û Bexda guftûgoyê destpêkirin û hevdû têgihiştin û aramî dirust bû.” Nêçîrvan Barzanî
Serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron û şanda pê re ya başûrê Kurdistanê gavek gelek girîn bû. Mirov dikare vê yekê wek destkeftiyek a diplomasiya desthilta Kurdistanê binirxîne. Em hemû dizanin di demên teng de dema aliyên ku mirov dost dihesibîne pişta xwe didin mirov dilşkestinek peyda dibe ku bi salan nayê serast kirin. Tê Zanin ku di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, welatên cîran û heta radeyekî cîhanê berê xwe ji kurda da aliyekî. Kurdistan dorpêç kirin heta demekî çûyîn hatina Kurdistanê bû keşeyek mezin û gelek derî li ser Kurdistanê hatin girtin.
Di wê demê de serokê Fransayê serokwezîrê herêma Kurdistanê yê wî demî Neçîrvan Barzanî vexwand Fransa û hevdîtinek bi wate hate kirin û pêş çavê cîhanê ve Macron dostaniya xwe li gel gelê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir. Ew helwesta Macron bû gavek gelek girîng ji bo şkênandina dorpêça li ser başûrê Kurdistanê.
Herweha di demekî de rêya diyalogê navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de hatibûn xetimandin, hukumeta Nawendî tu daxwaziyên Kurda pêknetianî û cardin serokê Fransayê helwestek wergirt û Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê vexwand Parîs û bi protokoleka serokkomarê dewleta pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir. Her vê yekê rêya diyalogê navbera Bexda û Hewlêr de vekir .
Ev cara pêncêye ku herdu serok hevdibînin û li gel hev rewşa herêmê û taybetî rewşa başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê gotubêj dikin û hewla çareserkirina pirsgirêkan didin. Dîplomasiyek heye ku di pêşçavê medyayê ve û ji herkesîre vekirî tê rêvebirin. Lê mirov dizanê ku di piş perdê de jî gelek hewldan dibin ku heta zemînek erênî ji bo diplomasiyek serkeftî amade dibe. Dixweyê dostaniyek gelek kûr di navbera herdu Serokan de peyda bûye. Ji xwe dema hev dibînin mirov vê yekê têdigihe.
Serdana Macron ya Hewlêr di heman demî de ji bo rojavayê Kurdistanê jî gelekî girîng e. Em ji bîrnekin ku , li Rojhilata Navîn di demekî de Fransa ji wan welatên herî zêde xwedî bandor bû. Gelek welat bi dizaykirina Fransayê hatin avakirin. Heta niha jî li hinek welatên wek Suriye û Libnanê mirov dewsên çanda Fransî dibîne. Fransa niha cardin dixwaze li herêmê rolek sereke bileyze û bibe xwedî bandor.
Amerika bi awayek ji Iraqê vedikişe,ihtimala sibehî jî Suriye cih bihêle her demî di rojevê de ye. Lê Fransa bi biryare ku li herêmê bimîne. Heta di pêşerojê de, Amerika bi temamî ji Iraqê vekişe,Fransa heyîna xwe ya leşkerî taybetî li herêma Kurdistanê bi hêztir dike. Siyaseta Îro Macron rêve dibe delîleke ku cardin dixwazin rolên xwe yê berê li herêmê destve bîne.
Ji aliyê kurdave diplomasiya serokê herêma Kurdistanê rêve dibe serkeftiye û destê Kurda li Iraqê bi hêz dike û qada navdewletî de îtibarek baş peyda dike.
Herweha hewldanên serokê herêmê ji bo yekrêziya Kurda derve jî baş têdîtin û dibê cihê şanazîyê û sedemeke helwesta Kurda li himber bexdayê û derve bi hêztir dike.
Dema Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya serokê Fransa û şanda pêre li ofîsa Xwe ya li Hewlêr kir, awayê pêşwaziya serokê herêma Kurdistanê cihê dilxweşiyê bû û herweha tecrûbeyeka dewletbûnê bû. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq pêşwaziya Macron û şanda pêre kir û di civîna herdu welatan de ji aliyê Kurdistanê ve parlementoya Kurdistanê û berpirsiyarên hukumî yanî hemû desthilata Kurdistanê amade bû.
Piştî civînê konferansa rojnemevanî ya serokê Fransa û serokê Kurdistanê de Macron got: “Hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dest ji dostên xwe bernade.” Bê guman di vê qonaxê de daxûyaniyên serokê Fransa ji bo Kurda û Kurdistanê û herweha ji bo hemû cîhanê wek peyameki ye .
Macron serdana serok Barzanî kir û di kesayeta wî de spasiya pêşmergeyên Kurdistanê kir. Herweha bi navê malbatên şehîdan li gel malbata pêşmergeyê şehîd Husam Surçî hevdîtinek pêkanî.
Ev serdana girîng ji aliyê medya Tirkiye ve qet nehat dîtin. Qet behsê nehat kirin, herweha medya PKKê jî bi temamî çavê xwe li vê bûyera dîrokî girt û qet behsê nekirin. Balkêşe ku herdu medya bi hiç awayekî cih nedan vê serdana Macron a Hewlêra paytextê Kurdistanê. Herweha gelek balkêş bû ku, medya PKKê li rojavayê Kurdistanê jî girîngî nedan serdana Macron a Hewlêr, lê peyameka vê serdanê jî bo çareserkirina pirsa Kurd li rojavayê Kurdistanê bû.
Gelek cara weneyek ji gotinan behtir naveroka hinek tiştan dide xûyakirin.
Çend weneyên dîrokî ji serdana serokê Fransa: