Cîhan

Serdana wî bo Şamê serdaneke neserketî bû

Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di serdana xwe ya bo Sûriyayê de daxaz ji hikûmeta sûrî kir ku kuştina kesên medenî rawestîne.
Dawudoglu di serdanxwe ya duhî ya bo Sûryeyê de digel beşar Esedê Esed û mezine berpirsên hikûmeta sûrî civiya û li gor wezîrê derve yê Tirkiyeyê wî di hevdîtinên xwe de gelek bi zelalî û vekirî helwestê hikûmeta tirkî li hember ûrîşên leşkerê sûrî bo ser bajaran û kuştuan hevwelatiyan, gihande desthilatdarên sûrî.

Ehmed dawudoglu piştî ji Şamê vegeriya li Anqereyê di preskonferensekê de behsa encamên civîna xwe ya bi Esed û karbidestên sûrî re kir û got: ” Mer het tiştê xwe zelalî û vekirî gihand hikûmeta sûrî, em dê di anva çend rijên bê de çavdêriya bûyerên li Sûriyeyê diqewim in bikin. Anqere di bi hemû pêkhatên sûrî re peywendiya berdewam bike.
Lê hikûemeta sûrî ji alityê xwe ve daxuyand ku Beşar Esedê serokê Sûriyeyê ji wezîrê derve yê Tirkiyeyê re gotiyr ku dê leşkerê sûrî bi hemû îmkanên xwe li terorîst û çakdarên derveyî qanûnê bide.

Li dor hevdîtinê Dawudoglu yên digel berpirsên sûrî de, payamnêrê BBC yê li Stenbulê got ku dibe ev hewildana Tirkiyeyê ya dawiyê be ji bo qanîkirina Esed ku des tji şidetê û bikaranîna leşker li dijî xwepêşandan berde bi bi diyalogê pirsê çareser bikin ya dawiyê be.

Li gor piraniya çabdêrên siyasî serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê bi Şamê serdaneke neserketî bû û tu tesîra wê nabe ji berku êdî hikûmeta sûrî biryara xwe daye ku bi hêza leşkerî serhildana gel jinav bibe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button