Polîtîk

Karayilan:Burkay xizmeta Ak Partiyê dike

 

Karayilan di derbarê Kemal Burkay de çi got?

Pêşî dixwazim vê bibêjim: Em di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd hatiye ber çareserkirinê, ji bo çareserî bi awayeke saxlem pêk were divê hemû aliyên Kurdan bibin yek û yekitiya xwe xurt bikin. Di çarçoveya vê ramana me de, em ji bo yektiya li hemû parçeyên Kurdistanê gelek û pêkhatina konferansa netewî gelek hewl didin . Beriya hilbijartina li Tirkiyeyê ev yek hate gotûbêjkirin û blokbûneke baş û berfireh pêk hat. Armanca me ji vê yekê ew bû ku em yekitiya Kurdan li Bakûr berfireh û xurt bikin. Heta em hewl didin ku çepgirên li Tirkiyeyê jî beşdarî vê yekitiyê bikin. Dibe fikir cûda bin. Em piranparêziyê esas digirin. Çapemeniya Tirk her tim hewl dide vê yekê berovajî bike. Ger em ne tevgerek piranîparêz bûna, em ewqas civakî û mezin nedibûn. Em bi saetan, rojan, mehan her tim ji gotûbêjan re vekirî ne. 

HEVALÊN KEMAL BÛRKAY ÇI KARAYILAN RE GOTIN?

Çend meh beriya ku Kemal Bûrkay vegere Tirkiyeyê, hevalên wî ji me re gotibûn. Carek du car ev mijar hate gotûbêjkirin. Me vê got; AKP ji bo li ser xeta xwe çareseriyekê pêş bixe, dixwaze dubendiyê bixe di navbera Kurdan de, polîtîkayake wiha dişopîne. Ev polîtîkaya wê jî li ser bingehê “Kurdê baş Kurdê xirab e”. Me got, ger Kemal Bûrkay were û li vê yekê baldar be, nebe amûrek ê vê polîtîkayê wê çaxê pirsgirêk tune ye. Ger wisa bibûya jî me yê bi awayeke xwezayî pêşwazî bikiriba. Heta me got belkî hêzê bide pêvajoyê. Me vê yekê ji hevalên wî bi xwe re got. Lê Bûrkay bi qasî hefteyekê ye hatiye Tirkiyeyê, li gor em di bernameyên televîzyonan de û hevdîtinên wî yên bi wezîran re dibînin, hatina wî weke ku em li bendê bûn çênebû. Ev hatina wî tam li gor fikira Serokwezîr pêk hat. Wî bi xwe nav da û bang kir. Di vir de armanceke a serokwezîr heye. Lê wisa dixuyê ku Bûrkay jî dixwaze li gorî vê hizirê tevbigere. Bi hemû gotin û axaftinên xwe AKP’ê rast dibîne, her wiha her tim hewl dide ku aliyê xirab ê tevgerên Kurd deşîfre bike. Uslub û sekna wî ya niha ne ji bo çareseriyê ye. Xizmeta xurtkirina polîtîkayên hikûmetê dike. Em vê yekê dispêrin axaftin û daxuyaniyên wî û em ji ber xwe nabêjin. 

Yên ku pêşî li çareseriyê digirin, di bin navê çareserî û pêşîlêvekirinê de tesfiyeyê pêş dixin ne em in, hikûmeta AKP’ê ye. Dema cara yekê hikûmeta AKP’ê behsa pêşîvekirinê kir, em jî hêvîdar bûn. Lê piştre hat dîtin ku naveroka tişta ku jêre dibêjin pêşîlêvekirin vala ye. Projeya lewazkirin û bêhêzkirina Kurdan e. Piştî pêşîlêvekirinê dest bi operasyona KCK’ê kirin, ev yek ne vale vale bû. Tişta ku hat kirin restorasyonek bû ji bo polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku 85 sal in li Kurdistanê tê pêkanîn. Bi rê û rêbazên cûda nekarîn polîtîkayê bixin meriyetê. Ev yek bi awayeke zelal tê dîtin. Her wiha ev yek bû sedem ku hemû hewldanên Rêber Apo û tevgera me yên ji bo aşitiyê bê encam bimînin. An ne, ji her kesê zêdetir tevgera me aşitiyê daxwaz dike. Tu kesek nikare vê yekê berovajî bike. Rastî li holê ye. Pratîka wê aşkere ye. Yên ku dixwazin bibînin. Lê belê ev helwesta ku Birêz Kemal Bûrkay nîşan da ne em tenê, gelek aliyên serbixwe yên li Tirkiyeyê jî bi guman in. Ger Bûrkay siyasetmedarekî Kurd e û dixwaze ji bo berjewendiyên Kurda bixebite, gelo divê ne ji hundirê xeleka çareseriyê li pirsgirêk binêre? Lê helwest û rêbaza Bûrkay ne ji bo Kurdan, ji bo dewletê ye, her wiha helwesta wî nêzî ya nêrîna AKP’ê ye.

QÎMETÊ NADE 56 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Parastina fikira ku dibêje ‘bila çek bi awayeke yek alî bêne danîn’ teza Deniz Baykal e. Ev jî tê wateya teslîmyetê. Dîsa jî weke saboteyekê nirxandina çalakiya li Farqînê tê wê wateyê ku bi tu awayî qîmetê nade 56 gerîlayên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane. Ger ê wan can be yê me jî can e. Dibêje “Pêşîlêvekirina demokratîk heye, ez hatime feydeykê bidim wê”. Divê Kemal Bûrkay û hevalên wî bi awayeke rast li rastiya Kurdistanê binêrin, ew neçar in vê yekê bikin. Hem tu wê di bernameyan de behsa federasyonê bikî û hem jî tu wê bibêjî hemû werin em xwe biavêjin bextê AKP’ê. Ev gel gelekî bi rûmet e. 30 sal e li ber xwe dide, teslîmyetê qebûl nake, aşitiyeke bi rûmet dixwaze. Em alîgirê aşitiyeke bi rûmet in. Bi tu awayî ne tevgera azadiyê ne jî gelê Kurd teslîmyetê qebûl nake. Divê tu kesek behsa teoriyên vala yên teslîmyetê neke. 

Tu wê bibêjî pêşîlêvekirina demokratîk, li aliyê din jî tu wê di bin navê doza KCK’ê de 3 hezar siyasetmedarên Kurd bigirî. Ev nêzî 3 hezar siyasetmedarên hatin girtin bi tu awayî destê xwe nedane çekan, bi tu awayî xebatên îllegal nemeşandine, evane ji aliyê gelê Kurd ve tên nasîn. Di nava wan de şaredarên kevin û nû, rêberiyên rêxistin û meclîsên bajaran, nunerên rêxistin û saziyên sivîl jî di nav de ne. Derbarê wan de tu îdîayên suc ên cidî jî tune ye. Ew îdîayên ku hene jî hemû vir û derew in.

HETA MIROV PÊKANÎNÊN HOVANE YÊN AKP’Ê NEBÎNE, MIROV AKP’Ê NAS NAKE.

Ligel vê yekê bi tu awayî operasyonên li Kurdistanê ranewestiyan. Dema firset dîtin ciwanên Kurdan qetil kirin. Tenê ji meha adarê heta niha 56 gerîlayên me di encama operasyonan de jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn. AKP ya ku dibêje ez pêşîlêvekirin pêk tînin, tenê di 7 mehên pêşî yên sala 2011 de 37 mirovên me yên sivîl bi sedemên cûda qetil kir. Ji vana jî 5 zarok in. Ez navê wan zaroka yek bi yek bibêjim:

1-16 Avrêl 2011 li Patnosa Agiriyê, Baran Ozyolcu, bi teqemeniya RDX jiyana xwe ji dest da. 

2- 5 Gulana 2011 li Erdîşa Wanê Mûrat Polat ê 16 salî di encama gulebarana leşkerên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.

3- 7 Pûşper 2011 li Çermûga Amedê, zarokê Kurd Umût ê 16 salî bê pirs û sedem ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve hat kuştin û şehîd bû. 

4- 24 Tîrmeh 2011 li Silopiya Şirnexê, Dogan Tayboga yê 13 salî di encama bombeya gazê ya polîsên Tirk de jiyana xwe ji dest da. 

5- 31 Tîrmeh 2011 Çaldirana Wanê, leşkerên artêşa Tirk gule li serê Samî Îtenyilmazê 12 salî xistin û ew ji hespê xistin û şehîd bû.

Yek ji van endamên hêzên ewlehiyê yên van kuştinan pêk anîne nehatine girtin. An jî doz nehatine vekirin, lêpirsîn dirêj kirine. Li vir dixuyê ku evan e mirinê ji mirovên Kurd re rewa dibîne. Ferasata, ger Kurd be, mirinê heq kiriye, serdest e. Tam weke zenciyên Efrîkaya Başûr ên ji aliyê mirovên spî ve weke welatiyan nedihatin dîtin. Heta mirov vê pêkanînên hovane û faşîst ên AKP’ê nebîne, mirov nikare rastiya wê jî bibîne. 

Li vî welatî gelek mirovên ji ber ku tiliya serkeftinê rakirine 8 sal ceza girtine hene. Tenê ji ber ku daxuyaniyek ji rûpelekê pêk dihat ji bo aşitiyê xwendin, dozgera ji her yek ji 98 şaredar, 8 nunerên meclîsên bajaran re bi giştî ji 106 hilbijartiyan re 20 sal cezayê girtîgehê xwest. 

Wijdan çawa xwe li ber Ûgûr Kaymazê ku bi 13 gulleyan hat kuştin digire? Ha ji we re, 4 mamostayên Ûgûr Kaymaz, ji ber Kaymaz bi bîr anîn, niha girtî ne. Doza KCK’ê heqareteke li Kurdan hatiye kirin. Siyasetmedarên li wir dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe biparêzin, lê hikûmeta AKP’ê rê li ber ewqas kîrzan vekiriye. 

Ligel vana hemûyan, nêzî 6 hezar siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Ji vana 120 kes bi nexweşiyên mirinê ketine û li ber mirinê ne. Dema ji bilî Kurdan nexweşên wiha hebin, an derman dikin, lê tu şanseke wiha nadin girtiyên Kurd ên siyasî. Ev cûdakariyeke pir mezin e.

REWŞA HEDYE AKTAŞ Û ŞÊXMÛS YALÇIN

Hediye Aktaş keçeke Kurd e, çavê wê nabîne û nexweşiya pençeşêrê girtiye. Di her hemû çalakiyên ku Kurd di her rojên şemiyan de li dar dixin bang dikin. Gelo AKP’ê heta destê xwe danî ser wijdana xwe û ew berda? Na. Du roj beriya niha milîtanek nirxdar ê tevgera me Şêxmûs Yalçin ê 18 sal in di girtîgehê de ye, di encama pêkanîn li girtîgehan ên hikûmeta AKP’ê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû. Li hemberî me û gelê bêwijdanî û neheqiyeke mezin heye. Niha li girtîgehê pêkanînên hovane tên meşandin. Mirovan derman nakin û bi mirinê re rû bi rû dihêlin û her wiha ji girtîgehên Kurdistanê girtiyan vediguhêzin girtîgehên li Tirkiyeyê. Li hemberî kesên ku li hemberî vê polîtîkayê li ber xwe didin û nerazîbûn nîşan didin, zext û polîtîkayên dijwar dimeşînin.

Ez li vir bi tayber ji malbata hevalê Şêxmûs û hemû gelê me re sersaxiyê dixwazim, carake didin soz didim ku em bi bîranîna wan tekoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Serokwezîr bi awayeke aşkere dibêje; “Wê ji niha û pêve stratejî û pêkanînên nû bikevin dewrê û wê teror were çewisandin.”Gelo ev nayê wateya tundiyeke dijwartir û pêkanîna terora dewletê ya Kurdistanê? Li rexmê vana hemûyan, Bûrkay radibe kiryarên hikûmeta AKP’ê erênî dibîne, di her carekê de li vir û wir di bin navê rexneyan de hewl dide tevgera me reş bike, evan hewldan pûç û vala ne û ne rast in. Ji ber ku ya neheq dewleta dagirker û hikûmeta AKP’ê ye.

SÛLTAN ABDULHAMÎT JÎ GIRGIREYÊN KURDAN BI AWAYEKE BAŞ HEWAND… 

Divê ev were zanîn: Di dema Sûltan Abduhamît de gelek girgireyên Kurd li Stenbolê hatin gazîkirin û bi awayeke germ di qesran de hatin hewandin. Dîsa di demên dawiyê de ji Enqereyê bang li Hazim Babat, Osman Demir, Kamil Atak kirin û bi awayeke germ ji aliyê Serokwezîr, Wezîr û Serfermandar ve hatin pêşwazîkirin. Evane hemû ji ber çi hatin pêşwazîkirin? Ji bo bi Kurdan, Kurdan bişkînin û Tevgera Azadiya Kurdan biçewisînin. Ger kesek bibêje ez Kurd im û bi vî awayî ji aliyê dewletê ve were pêşwazîkirin, armanca wan tenê ew e ne tiştek din e. Ger vê yekê li ber çavan negirin û tevbigerin, ev yek me dixe nava şik û gumanan. Gelê me hemû jî bi guman e. 

Li rexmê hemû hewldanên hikûmeta AKP’ê eniya Kurdan parçe nebû û AKP’ê nikarî dubendî derbixe. Dema nekarî vê yekê li hudir bike, li derve li çareseriyê geriya wê geriya. Li bir jî aşkere dibe ku hikûmeta AKP’ê li hemberî tekoşîan Azadiya tevgera Kurd tengezar bûye. Behsa stratejî û textîkên cûda dike. Lê di rastiyê de dixwazin bi rêbazekê klasîk PKK’ê tesfiye bikin û alternatîfeke nû derbixin holê. Divê tu Kurd an jî tu siyasetmedarên Kurd ne fîgûrên vê polîtîkayê. Ez vê yekê bi giştî dibêjim, jixwe ev polîtîka nevarştî ye, bi awayek vekirî tê meşandin. Ez baş dizanin ku Bûrkay û hevalên xwe jî vê polîtîkaya dewletê baş dizanin. 

Hêvîdar im ku ew ê bi xwe jî vê yekê baş fam bikin û dest jê berdin an jî ger xelet famkirinek hebe, ew ê sererast bike. Di demek ku pirsgirêka Kurd hatiye ber çareseriyê, rê li ber pirsgirêkên nû venakin. Cara yekeme ku di nava Kurdan de yekitiyek pêş dikeve û bawer nakim bixwazin ev yek dîsa xira bibe. Belê ev yek raste rast wî bi xwe eleqeder dike, Deriyê me ji gotûbêjan re jî ji rexneyan re jî vekiriye.

Lê li holê di aliyê tekoşîn dimeşînin hene, tu kîjan alî digirî, ya girîng ev e. Dibe bê alî be jî, ew jî dibe, lê uslubeke yê bêalîtiyê jî heye. Axaftin û uslûbê te xizmeta kê dike, ev girîng e. Ji ber wê jî ji nêzîkatiya wê bi awayeke zelal tê dîtin ku Kemal Bûrkay ji bo xizmeta AKP’ê hatiye. Li aliyekê xwe weke Kurdên baş nîşan didin, li aliyê din jî PKK weke Kurdên xirab nîşan didin, li aliyê din jî dibêjin, ji xwe tu pirsgirêka AKP’ê li hemberî Kurdan tune ye. Firsendekê pêşkêşê AKP’ê kiriye. Ligel vê jî dibêje, jixwe tê zanîn ku gelek şaşiyên tevgerên Kurdan hene, jixwe pirsgirêka Kurd ji ber van xeletiyan çareser nebû. Hewl didin ku wisa nîşan bidin ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwe nêzî çareseriyê nakin, ev yek derew e û ji rastiyê dûr e. Tu eleqeya vê yekê bi welatparêziyê re jî tune ye. 

FEDERASYON WIHA DIBE?

Wana digot em federasyonê diparêzin. Me fam nekir, wê çawa bi vî awayî federasyon ava bike. Heta tu vîn û hêzê li holê tune be, wê federasyon çawa were avakirin? Baş nîşandana desthilatiya dagirker a ku li hemberî xurtbûna tekoşîna gelê Kurd, ketî di nava zorî û zehmetiyan de, weke koleyên ku xwediyê xwe baş nîşan didin e. Ji ber wê jî em naxwazin rê li ber pirsgirêkeke din vebikin. Lê ji ber hewldana wî ya yekem ne erênî bû, em gelek bi guman in, bila vê yekê bizane. Gelê me jî vê yekê baş dizane:AKP’ya ku siyasetmedarên Kurd tenê axaftinek kirine diavêje girtîgehan û wiha jî siyasetmedarek ew qas kevin ê Kurd bi vî awayî pêşwazî dike, ev yek ne bi xêr e. 

NE MIJAREKE GIRÎNG E

Lê ez dixwazim vê yekê bibêjim, ev yek ne mijareke ewqas girîng e ku em ewqas li ser bisekinin. Lê me got bila rayagiştî nêrîna me ya di vê mijarê de bizane. Em ji berê dibêjin. Îro gelê Kurdistanê baş dizane kî çi ye, çi dike û gelê Kurd dizane wê çi bike. Gelê Kurdistanê têra xwe dizane û bûye xwedî hişmendiyekê, pêwîst bi aqilmendiya tu kesekî nake. Riya wê rast e û wê li ser vê riyê bimeşe. Di vê mijarê de tu şik û gumanên me tune ne. Lê em dixwazin ku her kes beşdarî vê yekê bibin, bila rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigere. Ger li holê pirsgirêkek hebe, ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe, çawa çareser nabe bila bizanin, bila wiha nêzîk bibin. 

ARAM TÎGRAN BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIM

Herî dawiyê, ji ber xizmeta wî ya bêhempa ya ji bo çand û mûzîka Kurdan, bi keda xwe ya hêja cihek girîng girtî, Bilbilê Rojhilatanavîn, Aram Tîgran di 2’emîn salvegera mirina wî de bi rêzdarî bi bîr tînim. Em careke din soz didin ku wê mîrasê wî were birûmetkirin, wê tekoşîna wî ya ji bo çanda û biratiya gelan bidome û em ê her tim bi bîranîna wî re bijîn. 

 

(ANF)

 

 

 

 

Back to top button