Nivîsar

Serdana serokê Kurdistanê û hestên netewî

Serdana serokê Kurdistanê Mesud barzanî ya Diyarbekirê bi piralî tê nirxandin. Dema mirov ne didi  pencereyek îdeolojîk de li vê serdanê binêre û li gora berjewendiyên Miletê Kurd û kulekek netewî de  vê serdanê şirove bike behtir mirov rastiya vê serdanê dertêxe holê.

Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiye hate Diyarbekir. Barzanî bi cilên xwe yên Kurdî ve serdana diyarbekirê kir. Heta vegeriya jî her bi cilûbergên Kurdî li berbûn. Ev yek sembolîk bê jî di aliyê psîkolîjik de bandorek gelek erênî li Kurdên Bakur kir.

Bi minasebeta seredana Barzanî cara yekeme ku hinek Kurdên Bakur ku xwe wek alîgirê rêbaza Barzaniyê nemir dibînin bi gelek çalakî bi rakirina ala Kurdistanê pêşwaziya Barzanî kirin.

Taybetî Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi cil û bergen Kurdî û ala Kurdistanê nava bajarê Diyarbekirê geriyan û heta li ber derê otela Barzanî û Erdogan lê diman hatin û xwepêşandan kirin.

Ev cara yekeme ku Diyarbekir bi vî awayî ala Kurdistanê tê xemilandin. Herweha cara yekeme ku Kurd bi vê girsehiyê ala Kurdistanê li kolanên diyarbekirê digerînin.

Ev yek ji aliyê hestên netewî ve gelekî girînge , heta pêwistiyeke. Ji berî serdana serokê Kurdistanê helwest û daxuyaniyên BDPê ne baş bûn bi awayekî daxwaz hebû ku vê seredanê protesto bikin. Heta şaxê PDPê yê Diyarbekir di vê derbarê de biryarek jî stand.

Lê helwesta Leyla Zana û serokê şeredariya Diyarbekirê Osman Baydemir gelekî erênî bû. Helwesta wan  bû sedemek hinek parlementerên BDPê  jî pêşwaziya Barzanî kirin. Di nava BDPê de xeta di nava kurd û kemalîstan de hate xuyakirin.

Seredana serokê Kurdistanê ya Şeredariya bajêr girîng bû. Ev yek  da xuyakirin ku Barzanî her demî li her deverî berjewendiyên Kurdan didê pêş û li gora vê gavan tavêje.

Daxuyanî û peyamên serokê Kurdistanê li Diyarbekirê gelekî girîngbûn. Herweha  Cîhan tê giha ku li Kurdistana Bakur, li Diyarbekir ji bilî PKKê jî aliyên din yê siyasî hene.

Bi serdana Barzanî nirxên netewî derketin pêş û hestên netewî geştir bûn. Ji ber ku eve demek bû li bakurê welatêmê siyaseta PKKê axa mirî avêtibû li ser hest û nirxên netewî.

Gelek tiştên din di derbarê seredana serokê Kurdistanê ya Diyarbekir de mirov dikare bêje. Eger ev seredan ji aliyê Başûr ve baû bihata organîze kirin dê bandora vê seredana gelekî bi hêztir bûya. Lê ya herî girîng bi vê serdanê hestên netewî cardin li Diyarbekir vejiyan.

22.11.2012

Dara Bilek

Back to top button