Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd amaje bi wê yekê kir ku, Serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê li ser vexendiya fermaî ya Serokomarê Tirkiyê hatiye û têde wê Barzanî ligel çend berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bicive.Kîfah Mehmûd ji BasNews re ragehand ku, serdana Barzanî bo Tirkiyê li ser vexwedinek fermî ji Serokomarê Tirkiyê tê hole. Herwiha eşkere kir ku, di vê serdanê de dê behsa pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê were kirin, jibilî gotûbêjkirina pêwendiyên bazirganî di navbera herdu aliyan de û got: “Herwiha dê behsa şerê li dijî terorîstan li Kurdistan û Tirkiyê were kirin.” Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku, ev demek dirêje ku Barzanî di navbera berpirsên Tirkiyê û Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) kar jibo çareserî û aştiyê li Kurdsitan û Tirkiyê kar kiriye, “Lêbelê mixabin vê dawiyê herdu aliyan careke şer û pevçûn pêkanîn.” Herwiha tekez kir ku, Barzanî li navçeyê xwedî rolek girînge û baweriya hemû aliyan bi rola Barzanî tê. Têpêşbînî kirin ku sibe 23 Tebaxê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanek fermî ber bi Tirkiyê ve biçe, eger heye jî ku roja 24 li cîgirê Serokê Amerîka Jo Baydin re bicive û piştre serdana Ewropa bike.Bas
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025