Civak

Şer:26 leşker hatin kuştin

Îro berê sibehê li devera tixûbê Başûrê Kurdistanê li herêma Geverê û Şirnex, çekdarên PKK-ê êrîş birin li ser hinek baregehên lêşkeran. Di nav leşker û çekdarên PKK-ê de şerek berfireh derket. Di şer de li gora ku agahdariyên dezgehên fermî yên Tirkiye didin, 26 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 18 leşker jî birîndarin. Herweha ligora ragihandina dezgehên Tirkiye  heta niha 21 çekdarên PKK-ê jiyana ji dest dane.

Li gora ku agahdariyên PKK dide nêzikî 100 leşker kuştî û birîndar hene û 5 çekdarên PKK-ê jî jiyana ji dest dane.
Piştî şer leşkerê Tirk ketin di nav xaka Kurdistana Başûr û hêjî li Başûr operasyon berdewam e.

Li ser vê bûyerê, serokwezîrê Tirkiye Erdogan sefera xwe ya Kazakistanê iptal kir. Serokerkanê Tir kli gel fermandarên bilind şûn herêma şer. Bepirsên Tirkiye daxuyaniyên tund didin.

Back to top button