Polîtîk

Şer tu pirsê çareser nake lê zêdetir rewşê aloz dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li siyasetmedarê kurd Mihemedemîn Pêncwînî kir.Di dîdarekê de, rewşa deverê û herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirkiyeyê gotûbêj kirin û bi taybetî behsa kiriyarên çekdariyên navbera Tirkiye û PKKê ku bûne sedema xetimandina pirosesa aşitiyê û aloztirkirina rewşê bi giştî, kirin.Pêncwînî rola Nêçîrvan Barzanî di destpêkirina pirosesa aşitiyê û hevkarîkirina her du aliyan ji bona pêşdebirina pêvajoya aşitiyê di demên borî de bilind nirxand û hêvî kir ku di vê rewşê jî de heman rola xwe bilîze daku her du alî bo ser masa danûstandina vegerin û bedewamiyê bi pêvajoya aşitiyê bidin.Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, şer û şidet tu pirsan çareser nake lê zêdetir rewşê aloz dike bi awayekî hemû alî têd e zirarê dibînin.Serokwezîr amadeyîya xwe nîşan da ku bi hemû şiyanên xwe lêbixebite şer raweste û pêvajoya aşitiyê careke din dest pê bike û her du alî dest bi danûstandina bikin. 

Back to top button