Roja sêşem 11.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş û şandekî li gel kir ku ji hejmarek dîplomatkarê Wezareta Derve û Fermandeyê Serbazî yê artêşa Amerîka pêkhatibû.Li hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin û rewşa bereyên şer li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û proseya azadkirina Musil û rêyên şikest pêanîna terorîstên Da’îş hate nirxandin.Di derbarê rewşa navxoya Herêma Kurdistanê şanda mîhvan ji bilî balkişandina rola erênî ya Herêma Kurdistanê li guhertinên navçeyê da tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka girîngiyeke xwe ya taybetî heye.Li beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da’îş li Sûriye û rêkkeftina Amerîka û Tirkiye li ser beşdariya Tirkiye li şerê dijî Da’îş, xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser hevkarî û beşdariya hemû aliyan kirin.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de aloziyên vê dawiyê ya di navbera Tirkiye û PKK xistin ber behs û şanda Amerîka piştevaniya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî li vî derbarî de xisterû û tekez kirin ku ew li wê baweriyê dane ku her dû alî vegerin ser mêza danustandinê.Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û ragihand ku piştgîriya Amerîka û hevpeymanan ji bo Pêşmerge berdewam dibe. Her wiha şanda mîhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin û palpiştiya Serok Barzanî ya ji bo lîjneyên hemahengiyê bilind nirxand.