Civak

Şer: Leşkerek hate kuştin

Li gora agahdariya medya Tirkî dide, îro li Çolermêrgê devera Şemzînan di navbera leşkerên Tirk û çekdarên PKK-ê de şerek derketiye. Li gora tê ragihandin, li devera Şemzînan lêşker û çekdarên PKK-ê rastahev hatine û şer kirine. Di encama vî şerî de leşkerek bi nave Emrah Yalim jiyana xwe ji dest daye. Li gora daxûyaniya parêzerê Çolemergê di vî şerî de 4 çekdarên PKK-ê jî, jiyana xwe ji dest dane.

Di vê dema ku PKK-ê, biryara agirbestê dayî, bûyina vî şerî balkêşe. Wek tê zanîn biryara agirbesta PKK-ê ji aliyê gelek dezgeh û kesan ve erênî hat nirxandin û taybetî di nav kurdan de pişgiriyek mezin ji vê helwesta wan re hate kirin. Lê Leşkeran operasyon her berdewam kirin. Rewş çi be bila be, divê PKK neyê leyiztikên Ergenekon û dezgehên tarî û vê agirbestê xira nekin.

Back to top button