Şer gihat nava Şamê

Li gora agahdariyên medya cîhanî û daxuyaniyên berpisên artêşa azad, li paytextê Suriye li Şamê şer dijwar bûye. Li şamê di navbera hêzên rejima Suriye û artêşa azad de deşerek bi tundîheye.
Piştê destpêkirina bûyerên şoreşa Suriye heta niha di nava Şamê bi xwe de şerê herî dijwar pêktê. Hêzên rejimê bi çekên giran hinek taxên ku sunî di têde dijîn dorpêç kirine. Li gora têragihandin rêya balafirxaneya Şamê ji sedema şer hatiye girtin.
Di derbarê kuştî û birîndaran de agahdariyên zelal tuneye. Lê li gora rêxistina mafê miron doh li şamê kêmasî 30 kasan jiyana xwe ji dest dane.
Di vê derbarê de generalê hêzên rejimê yê ku niha di refên artêşa azad de şer dike Ednan Sellu daxûyaniyek da rojnama şerk El awsat û got: Niha ji %60 axa Suriye di bin kontrola artêşa azad de ye. Hêdî pirsa suriye tenê bi şer û ruxandina rejimê çareser dibe. Plana Annan iflas kiriye.
Ketina şer di nava paytextê Suriye de rewşa rejimêjî bi awayekî dide kifşkirin. Li şamê hêzên rejimê aloz bibin wê serkeftina hêzên opozisyonê jî zştir çêbibe.