Polîtîk

Ragihandina dewleta alewî çikas rast e

Eve 16 mehin li Suriye xelkê li dijê rejima Esad serhildaye û di navbera hêzên rejimê û opozisyonê de şerên mezin çêdibe.

Rejimê heta niha bi giranî êrîş birine li ser cihên ku serhildan heyî û zêdeyî 15 hezar insane hatine kuştin û gelek zarok û jin di vî şerîde jiyana xwe ji dest dan. Rejim komkujî pêkanîn.

Li ser rewşa Suriye pêşeroja vî welatî de gelek nirxandinên cuda tên kirin. Yek ji van jî ewe ku rejima Suriye dixwaze dewletek alewî damezirîne. Wek tê zanîn li Suriye ji dema Hafiz Esad hatî ser desthilatê heta niha piraniya cihên girîng di îdara dewletê de destê aleviyan de ye. Yanî vekirî li Suriye nakokiya sereke di navbera Alevî û Suniyan de ye. Nakokî di bingehê xwe de mezhebiye.

Alewî li Suriye zû bi zû ji dest desthilata dewletê bernadin ji bo wê jî ji berê pêde di nava xelkê de û ji aliyê gelek siyasetmedaran ve jî dihat gotin ku, kengê li Suriye desthilata alewiyan bikevê tengasiyê de wê li herêma ku alewî di tê de dijîn dewletek xwe ragihînin.

Niha jî ji aliyê hinek pisporên siyasî ve tê îdia kirin ku Esad amadebûna ragihandina dewletek alewî dike û ev yek dikare Suriye bike çend beş.

Bê goman eger parçebûnek li Suriye pêkwerê beşek dikeve di destên kurdan de jî. Yanî eger desthilata Suriye ya îro dewletek alewî ragihîne, li Suriye dewletek Sune û ya Kurdan jî dikevê rojevê.

Tê zanîn ku îro di herêmê de Îran, şîeyên Iraqê û Libnanê bi dijwarî alîkariya rejima Suriye dikin û di nav hêzên rejimê de cih digrin.

Ji xwe di derbarê Iraqê bi xwe de jî ev senaryo dihatin kiset kirin û heta niha jî di rojvê de ye. Belkî jî jib o hinek welatan ev yek çareseriya herî başbê jî.

Back to top button