Şer destpê kir

Amerika, Fransa û Britanya li Suriye êrîşê 3 nawendên ku çekên kîmyawî lê têne çekirin kirin. Televizyonun cîhanê weşanên xwe sekinandin û behsa vê nûçeyê kirin. Pentagon di derbarê Êrîşê de daxûyanî da.Li paytextê Suriye li Şamê dengê teqandina hate sehkirin. Tê ragihandin ku sistema parastina ezmanî ya Suriye li dijê êrîşê kar kir.Serokê Amerikayê Trump derket televizyonê û got: Min fermana vê êrîşê da .Trump spasiya Fransa û Brîtanya kir.Rusya li himber vê êrîşê daxûyaniya ewil da. Balyozê Rusya yê Amerika Antonov got: Ev çalakiyên bi vî awayî bê bersiv namînin.Em êrîşê şermezar dikin dê encamên vê yên herêmî çêbibin.Amerika, Fransa û Britanya hêzên rejima Suriye kirin armanc û li Şamê, Hamayê, Humsê û Sûveyda êrîş birin ser nawendên hêzên rejima Esad.


