Nivîsar

Senaryoyên kongereya YNKê û

Her du malbatên nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, malbata Celel Talebanî û malbata Îbrahîm Ehmed dixwazin serkirdayetiya YNKê û hemû postên bala bixin jêr destê xwe û her ji nih xwe ji bo kongereya bê ku biryare heta meha adara sala 2018ê bê sazkirin, amadekariyan dikin.Piştî nexweşketina Celal Talebanî serkreterê giştiyê YNKê, nakokiyên nava wê partiyê ber bi zîdebûn û berfrehbûnê çûn, lê piştî wefatkirina Celal Talebanî ew nakokî gihştin qonaxeke metrisîdar û xiyanetkiriyê. Roja 16ê oktobera borî grûpeke nav YNKê û ser bi malbata Talebanî ve, xiyanet li gelê kurd û xiyanet li serkirdayetiya xwe kir û bi lihevhatineke veşartî digel pasdarên Îranê bajarê Kerkûk û deverên din teslîmî milîsên Heşda Şabî kir vê xiyanetê nakokiyên nava YNKê gelek kûrtir kirin.Li gor raporeke malpera Wuşe, ji aliyekî Lahor Şêx Cengî û birayê wî Aras û Xûşka wan Awaz lêdixebitin ku di kongereya bê de Lahor û Aras bibin endamên Polîtbûroyê û xûşka wan jî Awaz bibe endama serkirdayetiyê, û herwesa birayê wan yê din bi navê Aso daxwaza postekî bala li nav hikûmetê dike.Qubad Talebanî û birayê wî Pavil, kurên Celal Talebanî, xwe ji bo wergirtina posta sekretariyeta YNKê amade dikin ku cîyê bavê xwe bigirin û dayîka wan jî, Hêro Îbrahîm Ehmed, endama polîtbûroyê bimîne. Helo Îbrahîm Ehmed û xûşka wî Şanaz û zavayê wî, hevjînê Şanazê xwe ji bo polîtbûroya YNKê berhev dikin.Ala talebanî û Bêgerd Talebanî xwe ji bo gihiştina serkirdayetiyê amde dikin.Lê li vir nakokiya herî kûr û metirsîdar nakokiya ketiye navbera Qubad û Bavilê birayê wî, her du lêdixebitin bibin sekreterê YNKê û her yek ji wan ji aliyê grûpeke nava wê partiyê ve tê piştevanîkirin.Qubad Talebanî ku, şensa wî bihêztire,ji aliyê kadiro, yekêtiyên resen û niştimanperwer ve tê piştevanî kirin, lê birayê wî, Bavil, ji aliyê grûpa xiyanetkara 16ê oktobera borî û hindek berjewndêxwaz û yên ser bi Îranê ve tê piştevanîkirin.Ji bilî vê nakokiyê, li gor malpera Wuşe û ew zaniyariyên ji hindek çavkaniyên nava YNKê wergirtine, nakokiya mezin navbera malbata Talebanî û malbata Îbrahîm Ehemd jî nakokiyek kûr û metrisîdar e.Weke tê zanîn sala 2009ê Newşêrwan Mistefa ji YNKê veqetiya û Tevgera Goranê avakir, îsal jî Berhem Salih cîgirê duyem yê Celal Talebanî ji YNKê cuda bo û Hevpeyamniya ji bo Edalet û Demokrasiyê avakir.Li gor zaniyariyên wan çavdêrên siyasî ku ji malpera Wuşe re xeber daye, eger vê carê cudabûnek di nava YNK ê de çê bi bi yekcarî mirina YNKê ye û êdî ew rêxistin tehemila cudabûna nake.

Back to top button