Senaryoya Serxwebûnê û Kombarsa Siyasî
Newres ReşîdSenaryoya serxwebûna Kurdistanê ji bingeh de cîroka wê ya kurdan e û bîroke û bernameya Barzanî û PDKê ye, ku li gor qonaxên cuda dîmenên wê amade kiriye û li ser şanoya siyasî hatiye pêşkêşkirin û niha di dîmena federaliyê de ne.Di vê dîmenê de emê bigihên sedsaliya rêkeftina Saykis Bîko, ku çend meh jê re mane. Navçeya cografî ya Saykis Bîko di rewşeke pir dijwar û aloz de dijî û di nava pirsgirêk û qeyranan û şerê hemû aliyan de tûş bûye. Di encamê de, bare diyasî, aborî, darayî, civakî û leşkerî heta bi ferhengî û hizrî jî tevlihev kiriye. Ev jî vedigere bo berhemê wê rêkeftinameyê û dirustkirin û pêşxestina du diyardeyên tirsnak, ya yekê dirustkirina fewzaya exlaqî û duyem jî fewzaya kavilkariyê ku terorîstên DAIŞê û rêjîmên mezhebî yên sitemkar sedem in, herwiha Iraq û Sûriye ku ji encama Saykis Bîko pêk hatine, jîngeyekî baş in bi nearamî û tundî û teror û şer û kavilkariyê û pêşxistina herdu fewzayan.Dixwestin Herêma Kurdistanê û destkeftên wê di nava wê ferzayê de jinav bibin, lê ew daxwazadijminkarî li ser destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û xweragiriya gelê Kurdistanê hat şikestin. Herwiha ji wan hewlên dijminkarî bertek û karvedanên nîgatîv li ser jiyana siyasî, aborî û darayî û warê jiyana gelê Kurdistanê kir û Kurdistan xist nava bazneya qeyranan, lê palewan û karekterên sereke yên dîmenên serxwebûna Kurdistanê ku Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge û PDKê û hêz û aliyên hevpeymanên wan li Kurdistanê, bi serkeftî senoryo û dîmenê pêşkêş dikin û birêve dibin.Ew li ser şanoya siyasî ya navdewletî û heta radeyekê jî ya navçeyê jî alîgir û piştevanên bisûd bi dest anîne, bi awayekî ku mijara serxwebûna Kurdistanê bûye cikê behskirin û şirovekirinê di navendên siyasî û leşkerî û aborî û akadînî yên cîhanê, ku bi eşkere axaftin li ser biryarlêdana serxwebûna Kurdistanê tê kirin.Bercestekirina dîmenên serxwebûna Kurdistanê li ser asta navxwe, tirsa derxistina astengiyan ji aliyê dijminan ve, şikand, ku êdî nikarin hewl veşartina wê bidin. Helbet di vê dîmenê de destê kombarsa siyasî neşaz û nesaz e, lê mija serxwebûnê ewqasî bihêz e ku hat ew destê neşaz û nesaz ger ligel senaryo û dîmenê de yek negirin, dê pêl ligel xwe bibe.