Civak

Sembola hovitiya dewleta Tirk tê rûxandin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ku di dema derbeya leşkerî ya 1980’an de îşkenceyên giran lê dihat kirin, bi amûrên înşaatê xebatên hilweşandinê hatin destpêkirin.

Gelek serpêhatî li girtigeha Diyarbekirê ya ku bi navê(5 nolu Cezaevî) yanî girtigeha reqem 5, çêbûne, li vê girtigehê de gelek îşkenceyên bi navû deng hatine kirin. Bi dehan tekoşerên Kurd di vê girtigehê de jiyana xwe ji destdane. Kurtasî ev girtigeh beşek ji diroka demekî a tevgera kurd bû. Dewleta Tirk hemû cure wehşeta xwe bi vê girtigehê li ser miletê kurd de barand.

Lê Îro ev girtigeh bi biryara hukumetê tê xirkirin û dewsa cihê hovitiyê de muzeyek tê avakirin.

Niha ev girtigeh tê ruxandin û desa wê de avahiyên nû dê bêne avakirin.

Girtîgeha ku der barê wê de gelek belgefîlm û pirtûk hatin nivîsandin, . Ev avahiya sembola hovitiyê heta13ê Cotmeha 2022an de hat girtin wek girtigehêkî dihat bi karanîn.

Di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan a di 9ê Tîrmeha 2021an da hat diyarkirin ku “Girtîgeha Diyarbekirê ya ku demeke dirêj bi zilm, îşkence û muameleya dijmirovahiyê re tê meşandin, wê di demeke nêz de bê valakirin û bêxin di bin xizmeta navendeke çandî de.”


Back to top button