Polîtîk

Selahedîn xwe weke herêmeke serbixwe îlan kir

Civata wîlayeta Selahedînê duhî di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar den ku wîlayeta  Selahedînê di warê îdarî û abûrî de di şarşoveyî Îraqê de bibe herêmeke serbixwe.

Duhî di civîna civata wîlayeta Selehadînê de ku, waliyê Selahedînê û hemû kutleyên siyasyên beşdar di meclisê de amadebûn, bi piraniya dengan wîlayeta Selahedînê weke herêmeke serbixwe di çarçoveyê Îraqê de êlan kir, lê kutleya dewleta Qanûnê ya ser bi Nurî malikî ve li dijî biryarê derket û weke nîşandana nerazîbûnê ji civînê derketin.

Weke tê zanîn madeya 116 ay destûra  bingehîn ya Îraqê dibêje ku hemû wîlayetan ew maf heye herêmên ser bixwe di çarçoveyê Îraqê de ava bikin, eger sêyîne ji endamên meclisa wîlayetê deng li ser herêma serbixwe bidin. Ango li gor destûrê divê biryara meclisa wîlayeta Selahedînê ji aliyê civata wezîran ve bê qebûl kirin.

Ev heyameke pirsa vakirina herêmên serbixwe di navbera aliyên siyasyên îraqî de bi awayekî gerim tê minaqeşe kirin. berya nuha jî Osame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê li Amerîkayê û li Berîtaniyayê di daxuyaniyên xwe de pêşniyara avakirina herêmeke serbixwe ji bo sinneyên Îraqê kir. hebûna herêmeke din a serbixwe li Îraqê dê pozisyona herêma Kurdistanê xurtir bike.

Merkeza wîlayeta selahedînê bajarê Tikrît e, cîyê jidayîkbûna diktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisênî ye.

Back to top button