Civak

Şehîdên Çardê Nîsanê

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Xalid Beg û hevalên wî eşkera ye ku li herêma Serhedê di belavbûna şaxên Kurd Tealî Cemiyetî de role ke gelek mezin leyistin. Hevnasîna Xalid Beg û kurdperwerê Stenbolê di dema xwendekarîyê de(1891-1902) çêbûye. Dibîne ku hinek zaroken mir û paşayên kurdan dinav cemiyet û grubên kurdperweri de cîh girtine. Ersan Yavi di kitêba xwe de bal dikşîne ser wê yekê û dibêje:

“Xalid Begî ligel pâşeweyên ku doza serxwebuna Kurdistanê bo xwe kiribûn armanc pêwendîyên nepen danîbû û piştî sala 1914 van pêwendîyan gurrtir kiribû. Bo numûne, din av rêxistina Kurd Tealî Cemiyetî de ku di pêşengîya Seyîd Evdilqadir de hatibû avakirin ew ji endamên herî çeleng e.”[1]

Li gorî Xalid Beg û hevalên wî armanc azadbûna Kurdistanê ye. Wan Kurdistanê yekparçe didîtin û li kîjan parçeyî dibe bila bibe, serkeftina her hewldaneke ya ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serkeftina xwe didîtin. Lê nakokiyên di navbera wan de li wê derê jî berdewam in, ew rewş di xebata Tealî Cemîyetiya Kurd de jî xwe nîşan dide. Tealî Cemîyetiya Kurd ji alî armancên siyasî ne zelal e.

Dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn diqede û Peymana Sewrê tê rojevê, Xalid Beg û hevalên wî xebateki berfireh di meşînin. Li êdî navenda xebatê bûye Erzirom. Dest bi xwerêxistinkirineke nûh dikin, ku bi taybet efserên kurd di pirraniyê de ne. Navê rêxistina nuh Komîta Îstîklal a Kurdistanê(Azadi) ye. Li gorî texmîna min 1920an de hatîye damezirandin. Rêxistina Azadî heya sala 1923 xebata xwe bi awayeke nehênî(illegal) berdewam kiriye. Despêkê de xebat zêdetir wek xwerêxistkirina kadroyî dinav yekîneyên artêşê de ye. Di salên 1922-23 de dinav hewldaneke gurr de ne ku, alîkariya welatên derve bo xwe peyda bikin. Ji alîyekê ve ligel bolşevîkan û ji alîyê din ve ligel îngilîz û fransizan dikevin nav pêywendiyan.

Xalid Beg bo xwe kirîye armanc ku, tevayî rêxistinên kurdan di bin banekê de bigihêne hev. Di yekkirina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlatî Îçtîmaî û Komîteya Kurd a Erziromê(Azadî) de bi ser dikeve. Bi vî awayî daye îspatkirin ku kurd, digel ku xwediye hizirînên ji hev cihê bin jî, lê ew dişên li dora bernameyeke xwe bigihênin hev û wek rêxistinekê derbikevin qada sîyasî ya cîhanê, bi vê awayî ew “qenaet”a giştî ku dibêje “kurd nabin yek”, hatîye hilweşandin.

Piştî ku di sala 1923 de Peymana Lozanê tê îmzekirin êdî Azadî dest bi organîzekirineke giştî dike. Di demeke kurt de li 23 bajar û bajarokan şaxên wê têne danîn. Ji her tebeqeyê, gel bi girseyî tevlî Azadîyê dibe û dest bi xebate dikin ku di rewşeke musaît de serhildanê lidarxînin.

Dagirker ji xebata Komîta İstîklal a Kurdistanê agahdar dibin û bi komployê seroken rexîstine û kadroyen sîyasî esîr digrin. Tevgera Azadîya Kurdistanê be serî dimîne û berîya wexte bi provakasyonekê destpê dike.

Kadroyên Komîta İstîklal a Kurdistanê li Diwana Herba Bidlîsê ten mehkemekirin. Gelek vekirî ye ku Komara Tirk ji vî alî de di nav reftariyeke gelek ketum daye. Tiştên ku di nav rêzikên nivîsandinên berpirsiyarên dewletê yên wê demê de, carînan têne qisetkirin di vî warî de sedema ewçend ketumbûna dewletê bi me didin fêmkirin. Wek nimûne, Ahmet Sureyya Örgeevren ji bo Dîwana Herba Bidlîsê wisa dibêje:

“Her wiha Alî Rizayê ku li dewreya yekemîn ya Meclisa Miletî ya Mezin wek mebûsê Bidlîsê wezîfedar bû, Mîralay Xalid Begê Cibrî ku zavayê wî bû û Mela Evdirehmanê Şirnexî û hindek kesên din di encama biryara Dîwana Herbê ya Taybet bi tawanbarîya doza kurd û Kurdistanê cezaya dardekirinê li wan hatiye birîn.”[2]

Ji van gotinên dozger encameke wisan hasil dibe ku Xalid Beg û hevalên wî xweparastineke ciddî ya sîyasî li hemberî dadgehê kirine.

Kadroyên Komîta İstîklal, despeka sadsala 20en de nasnameya kurdayetiyê derxistin pêş û vê nasnameyê bi her kesî dan qebûlkirin.

Bi xebatekî aktîf Azadî avakirin û ji bo armanceke zelal li her parçe Kurdistanê xebat meşandin.

Her rengê civata Kurdistanê gîhandin hev û li hember dijmin yekîtiya kurdan pekanîn.

Îdeolojîya fermî ya Dewleta Tirk, li ser armanc û naveroka Komîta İstîklal û Tevgera 1925an xebatekî kirêj meşand. Îro jî li ser armanc û naveroka Tevgera 1925an gengeşî berdewam in.

Demegog û nivîskarin dagirkeran di derbarê Tevgera Azadiye û serokê wê da ji bo xapandina raya giştî ya dinyayê û navxwe, çi derewan li lev tînin bila bînin “roj bi bêjingê nayê veşartin”. Agahdarî û belgeyên berdest, naveroka Tevgera Azadiya 1925 a derdixîne hole. Mij û dûmana li ser diroka Kurdistanê roj bi roj belav dibe.

Her weha Seydayê hêja Mela İmadettin, di helbeste xwe ya bi navê “Li Ser Rêxistina Azadî dibîn Serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibranî” bi kurtayî diroka Kurdistanê ya 1920an bi hestên netewî anîye ziman.  Em ji bo keda Seydayê hêja Mela Îmadettin spasdarin û şehîdên Kudistanê tu carî  ji bîr nakin.

Slav û rêz.

14.04.2010

Tahsin Sever

Diyarbekir

 

(Peyama Azadî)

 

 

 


[1] Ersan Yavi, Kurdistan Ütopyası 1. Cilt, Yazıcı Yayınevi, 1. Basım, İzmir, 2006, r.238

[2] Ahmet Sureyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r.38

————————————————————————————————————————-

Li  Ser Réxistîstîna Azadî Dibîn Serokatîya Mîralay Xalîd Begé Cîbranî

Sal 1920 Mîladî

Serok û rehberê Kurd Xalîd Begê Cîbranî

Siyaset medarê zana û xwedî nam û nîşanî

Pîştî Şerê Cîhanê, mafên Kurdan nedan wan

Xalîd Beg û hin evser rabûn ji bo doza wan

Sala hezar û nehsed û di gel bîste mîladî

Rêxîstîna Azadî ewana damezrandî

Mîralayî Xalîd Beg serokê wî bîjartin

Gelek Kurd tê beşdar bûn ji bo ku wê ecbandin

Mînanî Yusuf Zîya, Yuzbaşî İhsan Nurî,

Dixtor Fuad, Xurşid, Ekrem û Hacî Extî

Gelek zanyarê dînî  Şex Seidê Pîranî

Ew jî têda beşdar bû bî cemawerek giranî

Pîr qeku mal bendé wê li bajara ew çêbun

Siyaset medarê Kurda ew jî tev tê de qeyd bûn

Ji bo Kurda şîyarkin, her yek wezife dan wan

Divê her bi xêbitin li bajar u li gundan

Bîryara wana ew bû di biharê kû rabin

Ew şorişê dest pêkin welatê xwe xîlaskin

Belê dîjminên Kurda bi rêxîstînê hisyan

Ewan Xalîd Beg gîrtîn li Bedlîsê xistin zîndan

Bî hîle û bî komplo wan Kurda mecbur kirin

Şoreşekî ji nîşka bê wextî dest pê bikin

Sala hezar û nehsed û bist û pêncê miladî

Şoriş derket meydanê ewê dijmin tirsandî

Bin serokatîya Şêx Seid Pîranê destpêkirin

Gelek bajarê Kurda ji dijmin azad kirin

Belê dijminên faşist xwestin Kurda qirbikin

Bi şiklekî pir wehşi şoreşê serkut kirin

Serok û endamê wê hemi wan şehid kirin

Bi hezaran gündên Kurdan tev kirin kavl û wêran

Qetliamek wan anî ji bo xelqê Kurdistan

Gelek zarokên Kurdan bi bav û dê yetim man

Belê qehremanên Kurd bi şeref û bi rûmet

Serî dabûn di vê rê bibin azadi û serbest

Minanî Hecî İxtî gelek şehidên Kurdan

Bi jana Kurd û- Kurdistan li ber sêpî wan bangdan

Qehremanîya Xalîd Beg seda kî pir mezin da

Cîhê fexr û şanazî ji bona xelqê Kurdan

Rejima Kemalîst tev de nûnerê xwe şandîn

Xelîl Xulqi û İlyas xwe bi Xalîd Beg gîhandîn

Gotin Kemal dibêje Xalîd Beg ger poşman be

Em dê pê ra heval bin wê ji zindanê xilas be

Xalîd Beg da bû sêf bi cesur û mêranî

Go ez xwedyê dozê me dozek qîmet û giranî

Çî dibe bira bibe ew dev ji dozê bernadim

Bi yê weki Kemal ra hevaltîyê ez nakim

Xalîd Beg û ê li pê ra li wê der şehid kirin

Ji bo ku ew leşker bû wî güle baran kirin

Serok û rêhberê min Xalîd Beg û Şêx Seid

Xelqe Kurdan şiyar in hew dibin jar û ebid

Ew dê xûna we rijandin spas ew neçû heder

Dara we bi xûnê avda wa  girti fîkîyê ber

Berhemê xûna we ye ey şehîdên qehreman

Dewletek Kurdî çê bû li Başurê Kurdistan

Xwedi ala û leşker dadigah û perleman

Di her sal zivrina we timî deng û basê wan

Pirtuk û rojnamê wan hurmetkar in ji bo we

Di ser rupelê pêşin de lê ayin û resmê we

Raste ew Kurdên Başur ji mej ve ew doste we

Di roje tal û tengi di hawar û gazîya we

Rehberê Kurd Mevlana Şeyh Ahmedê Barzanî

Ewi bira ê nemir hêja serok Barzani

Ewî digel hêzeki di hewara wan şandî

Bi Miralayî Xalîd Beg û Şêx Seid xwe gîhandî

Gurdîlî giş hozanvan ji bo we minnetdar im

Bi helbesta sîirê xwe ji bo we pesindar im

Di roje cejna şahî di bîra xwe we bînin

Ewî navê wey piroz bi xama zêr bînîsîn

Hezar rahmet bibari li gora wan şehidan

E  ji bo azadiya Kurd ruh û canê xwe keydan

Esefdar im ta iro nediyar e tırba we

Dil û qelbê her Kurdi ewê tirb û gora we

02.12.2009- Batman

Mela İmadettin ê Gürdîlî

Back to top button