
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, ji bo aliyên siyasî û alîgirên xwe peyamek ragihand.
Muqteda Sedir di peyama xwe de da xûyakirin ku,tiştê niha rûdide, milmilaniya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku beşdarî hilbijartinên pêşerojê de çêbe bike.
Sedir dibêje: Em ne li dijî ti kes û aliyekî ne, ewên ku dixwazin me bikujin, weke ku di tomarên dengî de hatiye, em ji ber xoşewîstiya niştiman û gel, ji bo wan hîdayetê dixwazin. Me ligel wan gotûbêj ceriband, me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat, piştre gel gotina xwe got, gotûbêja ligel wan sûdê nade. Em ti car rijandina xwînê naxwazin, lê belê çaksazî bi qurbanîdanê dibe, ez amade me ku şehîd bibim ji bo çaksazî û rizgariya gel û niştiman.
Berdewamiya peyama xwe de Sedir dibêje: Ey gelê Iraqê, eger hûn guhertin û çaksaziyê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin, hûn dizanin. Ji bo ku sûdeke esmanî û piştevaniya Xwedê ji bo hemûyan be, ez bawer im piraniya gel ji vê çîna desthilatdar tije bûye, em jî jê ne razî ne. Em bi rêya demokrasiyê a aştîxwaziya şoreşgeriyê, daxwaza çaksaziyê dikin.