Cîhan

Scholz: Ewlehîya Îsraîlê siyaseta dewleta me ye

Serokwezîrê Almanyayê Scholz bi serdanek fermî çû Îsraîlê û ragihand ku ew di şerê li dijî Hamasê de li kêleka Îsraîlê ne. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bang li civaka navnetewî kir ku li kêleka Îsraîlê bin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di roja dehemîn a şerê Îsraîl û Hemasê de serdana Îsraîlê kir. Scholz ku ji destpêka şerê 7ê Cotmehê vir de yekemîn serokê hikûmetê ye ku serdana Îsraîlê kir û di axaftina xwe ya li Tel Avîvê de destnîşan kir ku “ewlehîya Îsraîlê û welatîyên wê polîtîka dewleta Almanyayê ye”.

Scholz bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtinek dualî pêk anî got: “Berpirsiyarîya me ya ku ji Holokostê derdikeve, erka me ye ku em hebûn û ewlehîya Dewleta Îsraîlê biparêzin”. Serokwezîra Almanyayê di axaftina xwe de hişyarî da aktorên biyanî ku mudaxeleyî pevçûnan nekin û got: “Divê tu aktor nefikire ku ji derve mudaxelekirina vê pevçûnê fikrek baş e”.

Scholz di axaftina xwe de bi gotinên tund Hamas rexne kir û diyar kir ku ew êrîşa xwînxwar, hovane ya terorîstên Hamasê yên li dijî Îsraîlê şermezar dikin û got: “Wehşeta Hamasê xwînxwarî ye. Mafê Îsraîlê ye ku li hember vê terorê xwe biparêze û ev maf bi hiqûqa navnetewî tê garantîkirin”.

Netanyahu Hamas bi Naziyan da ber hev

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di axaftina xwe de bi gotinên tund Hamas rexne kir. Serokê hikûmeta Îsraîlê spasîya Scholz kir ji bo serdana wî ya Îsraîlê û hevgirtina ku nîşan da û got: “Êrîşa ku kujerên Hamasê ji Xezzeyê kirin li dijî Cihûyan sûcê herî mezin ê piştî Holokostê ye”. Netanyahu Hamas bi Nazîyan re da ber hev û got: “Çawa ku dinya ji bo têkbirina Nazîyan bû yek, niha jî ji bo têkbirina Hamasê divê li pişt Îsraîlê bibe yek”.

Back to top button