Sarkoz li dijî endamtiya Tirkiyeyê derket
Serok Komarê Fransayê Nicolas Sarkoz li Enqereyê got: Em li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne û ew gelek caran hatiye gotin. Lê dibe ku emê çareseriyek dî bibînin.
Îro Serok Komarê Fransayê Nicolas Sarkozy û Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gül daxuyaniya çapemeniyê hevbaş dan.
Sarkozy di daxuyaniya çapemeniyê de da zanîn ku ‘’ Mijarek heye ku nayê lihevkirin. Em wekê mirovên dewletê li ser vê mijarê axifîn. Ji bo fêhmkirina xetên sor yên her du aliyê hewlekî mezin hate dayîn. Ne bêîstikrariya Ewropa ne jî piçûkxistina civata Tirk rêyekî hate gerandin. Dibe ku fikrên me yên cûda jî bibe lê emê bihevre bixebitin. Li ser mijarên endamtiyê wekê her gav tên gotin endamtiya Tirkiyeyê ne mimkûne. Lê dibe ku emê çareseriyek dî bibînin
Serok Komarê Tirk jî diyar kir ku ‘’ Divê Yekîtiya Ewropa li ser soza xwe bisekine. Birêz Sarkozy serlêdana xwe li ser navê serokê pêvajoya nû kir. Ji sala 1992’an û vir ve Serok Komarek Franseyî serlêdana Tirkiyeyê nekiriye. Li ser fikrên cûda bi awayekî eşkere hatiye gengeşî kirin û li ser têkîliyên kûr hatiye sohbet kirin. Têkîliyên me yên aborî 12 milyar euroye. Endamên Yekîtiya Ewropa piştî qedandina muzakereyê biryara referandumê girtin. Biryarê wan çi dibe bila bibe emê rêz li hemberê biryara wan bigrin.
Gul li ser bûyerên Rojhilata Navîn jî da zanîn ku pêşketinên dawi yên Rojhilata Navîn gelekî girînge. Tiştên ku tên jiyandin gelek eleqedarê me dike.