Cîhan
Şara ji bo Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê hat vexwendin

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Amir Feyaz ragihand ku, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şara dê ji bo lûtkeya bê ya erebî ya li Bexdayê were vexwandin.
Feyaz got: “Desthilatdarên Iraqê ne bi niyaz bûn Şara vexwînin, lê piştî ku civaka navdewletî derbarê wî de vekirî bûn, ew neçar in ku wî vexwînin û wek serokê nû yê Sûrîyeyê pêwendiyê pê re bikin. Hikûmeta Iraqê pêştir serokê dezgeha îstixbarata Iraqê şandibû ku li gel Ehmed Şara bicive, ji ber wê jî dê beşdarî civîna bilind a welatên erebî bibe.”
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê got jî: “Iraq bi fermî bi Şera re, tenê bi rêya mijarên ewlehiyê ve mijûl bûye, lê heta niha ti peywendiyeke dîplomatîk a fermî nekiriye.”