Polîtîk

Şandên bilind ên PDK û YNKê îro li Silêmaniyê dicivin

Biryare şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê pêkanîna kabîneya dehemîn de, îro 22 Sibatê li Silêmaniyê bicivin.

Di civînê de, şandên danûstandinan a YNK û PDKê dê reşnivîsa ku ji aliyê tîmên teknîkî yên her du aliyan ve wek bernameya karê kabîneya nû hatiye amadekirin, gotûbêj bikin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, gotûbêj gihîştine qonaxa bîrokeyeke hevbeş ji bo pêkanîna hikûmetê û tenê çend xal mane ku pêwîstiya wan bi gotûbêjên di asteke din de heye, di rojên pêş de dê gotûbêj bêne kirin û xalên nakok bên çareserkirin.

Mehmûd Mihemed da zanîn jî: “Her du alî gihiştine wê baweriyê ku divê di pêkanîna hikûmetê de, lez were kirin û tenê cudahiya me li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê û birêvebirina wê maye û heta niha behsa postan nehatiye kirin.

Back to top button