Civak

Şandek li ser navê Barzanî çû Qilebanê

Şandekî ji Kurdistanê  li ser navê serokê Kurdistanê, beşdarî  di sersaxiya qurbaniyên komkujiya li Qilabanê kirin. Şandek ku ji berpirsên partiyan û hukumetê pêk hatî li ser navê serokê Kurdistanê serdana gundê Bêcû kirin û sersaxî û taziyên serok Barzanî gihandin malbatên  qurbaniyên komkujiyê.

 
Di vê derbarê d, berpirsê taya heştê yê partiya Demokrata Kurdistanê Serbest Lezgîn ji bo ajansa Peyamnêr ragihand: Îro bi nûneryetiya serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Duhokê, Temer Remezan, li gel şandeke kû pêkhatibû ji rêvebirên partî û hukûmetê beşdariya dêrendaza şehîdên karesata Şirnexê li gundê Roboskî li devera Qilabanê kirin.

Lezgîn weha jî got kû: Îro dê li wir bimînin û bi navê serokê Kurdistanê me serxweşî gihande xizim û malbatên şehîdan, wan jî pêşwaziyeke gerim li şandeyê kirin, gelek bi hatina şandê dilxweş bûn û me xerciya azayê hate pêşkêş kirin û paşan dê vegerin.

Weha jî da zanîn ku, azaya hermû guriyên vê karesatê ya 35 şehîdan li nava meydana gundê Roboskî hatibû danîn, hemû malbatên şehîdan bi hevre li pirsgehê pêşwaziya xelkê dikirin.

Temer Remezan waliyê Duhokê û Serbest lezgîn berprisê PDK yê zaxoyê di merasima sersaxiya qurbaniyên komkujiya Qilabenê de.


Rojevakurd

Back to top button