Cîhan

Şanda Kurdistanê li Emerîka hevdîtinan dike

Li destpêka serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Emerîka û bi mebesta gihandina helwest û nêrînên Herêma Kurdistanê li ser pêvajoya îro ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û pirsên pêwendîdarên di navbera Hewlêr û Bexda, rêzdar Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel tîma şêwirmendên siyasî û aborî û medyakaran civiya.

Li civînê de behsa danîna bernameya karê serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Emerîka hate kirin bo ku bikarin peyam û helwestên Herêma Kurdistanê ya li ser pirsên niha de bigihin dam û dezgehên hizrî û kanalê fermiyên Wîlayetên Yekgirtiya Emerîkayê.

Şanda Herêma Kurdistanê li vê serdanê da û li du hevdîtinên cûda da li gel birêz Dr Kîn Polak li Dezgeha Hizrî ya Brookings û Balyoz Roz Wîslin li Atlantic Consul re civiyan. Li her du hevdîtinan de şanda Herêma Kurdistanê bi kurtî behsa li ser pêvajoya siyasî û emniya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Heman demî de balkişandin li ser wan kêşe û astengan ku hatine ber pêvajoya siyasî û emniya li Iraqê. Li hevdîtinê de behsa siyaseta takrewiyaneya Bexda ya ji bo pabendnebûna destûr û piştguh xistina hevbeş kirina rasteqîne lu desthilat û tevgerandina hêzê serbaziyan û dirustkirina pêvajoyeke dijwar li navçeya sînûriyên li gel Herêma Kurdistanê de kirin.

Her du alî behsa rewşa îro ya Suriye û wan tundutîjiyan kir ku Hikûmeta Suriye dijî welatiyên xwe encam dide. Li vî warî de behsa siyaseta Herêma Kurdistanê kirin ku dixwazê welatiyên Suriye bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û demokrasî ji bo Suriye û mafê gelê Kurd jî li wî welatî de bête mîsoger kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinan de şanda Herêma Kurdistanê balkişand li ser wan metirsiyan ku niha êrîş li demokrasî û seqamgîriya Iraqê dikin. Li vî warî de got: Em dixwazin Iraqê demokrasî û federalî û firehî hebê û hemu aliyên hevbeş li hukimraniya welat de pabendbin bi destûra Iraqê, lê belê mixabin îro dibînîn Hikûmeta Bexda bi tu awayekî pabendî destûrê nabê û hewla berdewam daye ji bo îhmalkirina çend aliyekî serekiyê li Iraqê.

Şanda Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dixwazê‌ hemû kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda wekî pirsa maddeya 140 û yasaya neft û xaz û tengasiyên niha li rêya diyalog û bi pabendbûna bi destûra welat çareser bikîn.

Heman roj şanda Herêma Kurdistanê li gel birêz Namik Tan Balyozê Tirkiye li Emerîka û karbidestên Balyozxaneya Tirkiye li Emerîka civiya, berpirsên Balyozxaneya Tirkiye xweşhaliya xwe ji bo serdana şanda Herêma Kurdistanê dûpatkir û tekez li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de kirin.

Li hevdîtinê de şanda Herêma Kurdistanê behsa pêşveçûnên pêwendiyên di navbera her du aliyan ya li rûyê siyasî û aborî û veberhênanê de kirin. Her wiha behsa pêvajoya Herêma Kurdistan û Iraqê û pirsên pêwendîdarên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin. Heman demî balkişandin li ser rewşa Suriye ku hemû aliyek dixwazin Hikûmeta Suriye dengê daxwaza civaka navdewletî bê û li dijî welatiyên Suriye dev ji tundutîjiyan berde.

Li dirêjahiya çalakiyan de heman roj birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê beşdarî li semînerekî dezgeha bergiriya li demokrasî (FFD) kir û li panelekî hevbeş de ku şêwirmendê duyemê encumena dezgehê Jhon Hana û çend şirovekarekî Tirk û Ereb amadebûn, Husên li ber siyasetvan û şarezayan dîtin û nêrînên Herêma Kurdistanê ya li ser rewşa îro ya Suriye xisterû. Rêzdar helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser pirsa Suriye yê xisterû û gotarek da balkişand li ser hewlên rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayiya li navbera hemû aliyên Kurdên Suriye ku xwe li desteberkirina mafên gelê Kurd li wî welatî û pejirandina demokrasiyetê de dibîne. Heman demî de balkişand li ser pêvajoya penaberên Suriye yê ku niha li Herêma Kurdistanê nîştecîh bûne û hêvî xwest civaka navdewletî ji bilî li girîngîdana rewşa siyasî û emniya Suriye girîngiyê aliyê miroviyan jî bidin.

Heman demî de paşaroja Suriye û nêrîna Herêma Kurdistanê ji bo vê pirsê û bernameya rikeberên Suriye û rola Kurd li senaryoyan û ajandaya paşarojê ya Suriye û bandor û derencamên wan hewlan hate nirxandin. Paşê çendîn pirsiyar û têbînî pêşkêşî rêzdar kirin û her wiha wî jî bersîva amadevanan da.

Peymangeha Brookings navendekî hizrî û ne hikumiye û baregeha wê li Washingtone. Karê serekî amadekirina ramanên serbixweye bi astekî bilind li warê siyasî û aborî û pêşhatên siyasî de. Armancên wan pêşxistina warê demokrasî û parastina berjewendiya aborî û civakî û asayîş û vekirinên zêdetir û selametî û hevkariya sîstema navdewletiye. Her wiha Peymangeha Brookings şanazî bi wê yekê dike ku li ruyê bawerpêkirinê de yek ji herî baştirînê peymangehane.

Navenda Dîno Patirsiyo Awrasiyay Encûmena Atlantic ji bo Pêşxistina Diyaloga li navbera serkirdeyên herêmiyan weku pêgehek ji bo bestina serkirdeyan li ser asta herêmî û cîhanî. Navend raman û şîroveyên cûda li warê siyasî û aborî û ûzeyê de pêşkêşî hikumetan û navendên karên cîhaniyan dike. Armanca pêşve anîna ajanda herêmane ji bo hemahengî û hevdû têgihiştina li ser bingeha biha û berjewendiya giştî.

Peymangeha FDD peymangehekî serbixweye ji bo karkirina li ser asayîşa neteweyî û stratejiya siyaseta derve. Ev peymangeh ji aliyê grupekî li karmendê berê yê Emerîkî ve hatiye damezrandin. Bi raste rast piştî karesata 11 ê Eylulê li sala 2001 bi armanca yarmetîdana neteweyan ku bergiriyê li xwe bikin hatiye damezrandin.

Back to top button